Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê dest pê kir, di hefteya 241. de ye û nobeta vê heftê ji aliyê koma ji Ûlmê ve tê girtin.

Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ vê hefteyê ji aliyê koma ji 4 kesan a ji bajarê Ûlm ê Elmanyayê hatiye, tê girtin. Kurdistaniyên bi navê Resmiye Aslan, Rewan Tirbespî, Hedil Qiran û Gulê Ebdî roja yekşemê nobed dewr girtin.

Berdevka komê Resmiye Aslan, ku li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Ûlmê tevlî çalakiyê bû, destnîşan kir, gelê Kurd wê li her cihî bersivê bide faşîzma Erdogan û got, “Gelê Kurd heta roja îro serî netewand, wê ji îro û pê ve jî serî netewîne.”

Ji 25’ê Hezîran 2012’an û vir ve 

Di nava 241 hefteyên Nobeda ‘Azadî ji Ocalan re’ bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên Ewrûpî cih girtin. Li gorî Komîteya Amadekar, ji 25’ê Hezîran 2012’an û vir ve hevdîtin bi sed hezaran kesî re hat kirin û agahî li ser armanca çalakiyê hat dayîn. 

 

STRASBOÛRG