
Koma Bisiklêt a li Îzmîrê, ku ji 5 jinên ji bo zarokan dixebitin, pêk tê, karê xwe yê ji bo piştgiriya bi zarokên Sûrê re mezin dike. Ev jinên ku ji aliyê psîkolojîk û bipêşketina zarokan ve pispor in, beriya mehekê çûbûn Amedê, li dijî hilweşandin û xespkirina mafên zarokan bi karekî alternatîf rabûbûn û bi zarokên 6-12 salî yên li Sûr û Rezanê re tevahiya rojê atolye organîze kiribûn. Koma Bisiklêt ku hewl dide bibe alîkar ji bo zarok trawmayê ji ser xwe bavêjin, wê di navbera 27’ê Tîrmehê û 5’ê Tebaxê de careke din biçe Amedê û bi zarokên li nava Sûrê re dest bi atolyeyên drama, veguherîn, kurtefîlm û çîrokan bike. Armanca herî mezin a komê ew e ku li her devera diçiyê, karekî herdemî bide destpêkirin.
Bi keda destê xwe diafirînin
Jinên ku alîkariyê ji kesî nagirin, çente û berhemên xwe yên bi destan çêkirine difiroşin û bi dahata ji van berheman hem projeyên xwe bi cih tînin, hem jî alavên ji bo dibistanê ji zarokan re dikirin. Bisiklêt, ku meha borî li Îzmîrê konserek organîze kir, wê bi dahata ji vê konserê, li Amedê gelek atolyeyan organîze bike. Kom bi zarokan re, bi alavên bermayî pêlîstokan û wêneyan çêdike û ji bo demeke kurt jî be zarok bi wan şad dibin.
Ji koma Bisiklêtê Mehtap Alîşan li ser atolyeya xwe ya bi zarokan re axivî.
Bi Şanoya Bajêr a Amedê xebat
Alîşan diyar kir ku koma wan ji jinên psîkolog, sînemager, pisporên pêşketina zarokan û muzîsyenan pêk tê û anî ziman ku bi biryara çûyîna Sûrê re wan cara yekê ye ku biryar daye vî karê xwe li derveyî Îzmîrê jî bikin. Alîşan ragihand ku ev demeke dirêj e li Amedê di asteke giran de mafên zarokan tên binpêkirin û ji ber vê yekê ew çûne Amedê ji bo bi zarokan re kar bikin û got, “Lê belê armanca me ya bingehîn ne ew e ku em tenê werin û bi zarokan re bixebitin. Em dixwazin ev karê ku em dikin herdemî be. Dilxwazên li wir dixebitin jixwe hene. Mînak, em bi Şanoya Bajêr a Amedê re tevdigerin. Ew ê jî bi meha Îlonê re li cihê xwe ji bo zarokan dest bi atolyeya drama bikin. Ew ê karê me jî bigirin, bi pêş bixin, veguherînin û bi cih bînin. Plan dikin ku atolyeyên veguherîn, muzîk û dansê ava bikin. Ji bo Amedê armanca me ya destpêkê ew e ku tevî Şanoya Bajêr a Amedê hin tiştan bikin. Tevî vê yekê komên dildar ên weke Platforma Sûrîçî û Meclîsa Ekolojiyê jî hene. Me bi wan re jî têkilî danîye. Dema em çûn wê derê, em ê qala karê xwe bikin. Ew ê jî tiştên nû lê zêde bikin û bidomînin.”
Deng li Amedê şer tîne bîra zarokan
Alîşan da zanÎn, ku wan li Sûrê tevî bi dehan zarokan di nava hefteyekê de atolye bi rê ve birine, li nava kolanan lîstine û wiha dewam kir: “Me hewl dida dengê hin amûran kifş bikin. Li aliyê Tirkiyeyê me dengê guregura birûskan derdixist û vê yekê têra zarokan dikir. Lê li Sûrê ev deng weke dengê balafirên şer, bombe û şer hate fêhmkirin. Ji vir jî mirov dibîne bê şer zerareke çawa li zarokan kiriye. Lê ji bilî vê yekê, zarok gelekî bi kêfxweşî û enerjîk tevlî lîstikan bûn. Gelekî bi xwestek in ku mirovên nû nas bikin bi wan re tiştekî nû bikin. Û ji encamên wê jî gelekî kêfxweş dimînin. Yanî zarokan şer asayî kiriye û hewl didin wateyê bidin jiyaneke nû.”
Girî û gazin ti tiştekî çareser nakin
Alîşan diyar kir ku deriyê wan li tevlîbûna dildarên nû vekirî ye û ev banga Bisiklêtê bi bîr xist: “Em di demên gelekî xirab de ne. Lê belê em zanin ku bi girî, bi liberketinê ev ewrên reş û tarî belav nabin. Ji ber vê yekê, em çend mirov ji bo dîtina rojên ronî me Bisiklêt ava kir. Em careke din bi rê ketin. Rawestgeha me ya ewilî Sûr e ku ev 2 sal in şer lê heye û xaniyên wê tên hilweşandin. Di nava havînê de em ê dorveger biçin Sûrê û bi zarokên li wir re atolyeyan, bi dildaran re jî karê perwerdeyê bikin. Ji bo çûnûhatin û atolyeyan pêwîstiya me bi alîkariya we ya malzemeyan heye. Bi vê armancê em konsera piştgiriyê li dar dixin û berhemên xwe yên li malê bi destan me amade kirine, difiroşin.”
ANF/AMED