
Li dij êrîşên dewleta Tirk ên li ser şaredarî û saziyên gelê Kurd nerazîbûn li seranserê cîhanê didome. Ji Japonyayê heta bi Swêdê Kurdan li dij êrîşan nerazîbûn nîşan dan.
Kurdistaniyên li paytexta Japonya Tokyoyê dijîn, binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli şermezar kirin. Çalakiya şermezarkirinê li ber avahiya Sefaretxaneya Bilind a Tİrk pêk hat.
Li vê derê daxuyaniyek hat xwendin û hat gotin, “Di şexsê Gultan Kişanak û Firat Anli de dest li vîna gelê Kurd hatiye werdan. Hevşaredarên li Kurdistanê ji ber ku Kurd in, jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd diparêzin û polîtîkayên mêtînger qirkirinê yên AKP’ê qebûl nakin, hatine girtin. Ev êrîş ne li dijî nêrîn an jî tevgere siyasî ya Kurd e. Ev êrîş li dijî tevahiya Kurdan e. L idijî hebûn, jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd hatiye kirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, “Lazim e her kes zanibe; gelê Kurd serî netewand û wê serî netewîne. Li dijî faşîzmê wê gelên me yên berxwedêr bi ser bikeve.”
Ji ciwanan li meclîsê çalakî
Endamên Ciwanên Azad li Meclîsa Swêdê ya li paytext Stockholmê çalakiyek protestoyî li dar xistin. Ciwanên Kurd ên ku bêdengiya li beramberî Kurdistanê protesto kirin, piştî ketin meclîsê axivîn. Ciwanan bal kişandin ser ew şerê ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dimeşîne, binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û her wiha dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava şermezar kirin. Koma ku ji 7 kesan pêk dihat piştî ji hêla polîsan hatin binçavkirin, dîsa hatin berdan.
Li ber Parlamenta Yewnanîstanê şermezar kirin
Kurdistaniyên li paytexta Yewnanîstan Atînayê dijîn, li ser banga Meclîsa Gelê Kurd a li Yewnanîstanê, dest bi çalakiyan kir ku ev çalakî wê heta Roja Kobanê ya Cîhanê bidomin.
Mîtînga destpêkê li meydana Sytagmayê pêk hat. Kurdistaniyan êrîşên dewleta Tirk ên li dijî şaredariyan, binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli û hewldanên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.
Di çalakiyê de belavokên bi zimanên Yewnanî û Îngilîzî hatin belavkirin. Çalakî wê roja Şemiyê li bajarokê Lavrîon û roja Yekşemê jî li Atînayê dewam bikin. Jin û ciwan pêşengiyê ji çalakiyan re dikin.
‘Dest nede îradeya min!’
Li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê, pêkanînên qirkirinê yên AKP/Qesr ku vîna gel nas nakin, hatin şermezarkirin. Bi vê armancê Meclîsa Jinê ya Sêvê Demîr û Jinên ciwanên Azad çalakiyek lidar xistin û zêdeyî 400 kes tevlî bûn.
Di çalakiyê de dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Terorîst Erdogan”, “Dest nede îradeya min” hatin qîrîn û belavokên bi zimanê Elmanî hatin belavkirin.
Çalakgeran xwestin hesab ji Erdogan û AKP’ê were pirsîn û qedexeya li Elmanyayê ya li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd hate şermezarkirin. Di çalakiyê de ji dewleta Elman hat xwestin, helwestê li dijî dewleta Tirk nîşan bide.
NAVENDA NÛÇEYAN