Bi pêşengiya aktîvîstên Kongreya Jinên Azad (KJA) ên Nisêbînê û Şaredariya Nisêbînê de di çarçoveya xwe rêvberiya cewherî de bi şiyara “Xweza jiyan e, jiyanê qirêj neke” kampanya paqijiyê hate destpêkirin. Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Enîse Guneylî, aktîvîstên KJA’yê, hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP û DBP, xebatkarên şaredariyê û gelek welatî li taxa Firat li ser Kolana Şîrînê li hev kom bûn. Kom beriya dest bi paqijiyê bike daxuyaniya çapemeniyê da. 
Li ser navê komê endama Meclîsa Şaredariya Nisêbînê Emînê Akyuz daxuyanî da û diyar kir ku ji bo ew xwedî li xwezaya xwe derkevin dest bi kampanya paqijiyê dikin û wiha got: “Ji bo ku xwezaya me jiyana me ye em dest bi vê kampanyayê dikin. Em ê xwedî li vê jiyanê derkevin. Em ê ji îro pê ve tax û kolanên paqij bigirin. Ji bo vê yekê em piştgiriyê ji gelê xwe jî dixwazin.” 
Piştî daxuyaniyê di destpêkê de komê li ser kolana Şîrîn dest bi paqijiyê kir. Dê îro taxa Firat bê paqijkirin. Di rojên din de jî di serî de taxa Abdulkadîrpaşa (Newroz), Dîcle û Yenîşehîr û li hemû taxên bajêr kampanya paqijiyê bidome.“  


 MÊRDÎN