Çalakî, bi meşa ji ber Şaredariya Wargehê heta Goristana Şehîd Nûjîn bi dirûşmayên “Şehîd Namirin”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo” dest pê kir. Jin û dayik piştî gihiştin goristanê, ji bo kesên di têkoşîna aştî û azadiye de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz girtin û ji aliyê Mamoste Xanim Babat ve daxuyaniyek hat dayîn. Babat got: " Her sê hevalên me yên li Parîsê hatin qetikirin li pey xwe bi hezaran têkoşêr hiştin ku wê armanc û hêviyên wan bigihînin azadiyê.”

Piştî axaftina Mamoste Xanim Babat Dayika Aştiyê Dayê Asya axivî. Dayê Asya jî ku qetilkirina her sê siyasetmedarên jin ên Kurd şermezar kir.   Piştîaxaftinan  girseya ji jin û dayikan pêk dihat, dirûşmayên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin” gotin, fatihe xwendin û gulên sor ên bi xwe re anîbûn danîn ser gorên cangoriyên Kurdistan ên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn. 

MEXMÛR