EHMED MIHEMD / EHMED SEMÎR / ANHA/HESEKÊ
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo kesên ku dixwazin ji kampa Holê derkevin di 3‘yê Gulanê de bi navê ‘Bernameyê Vegerê’ pêngaveke rêwîtiyê organîze kir.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya rêveberiya kampa Holê ji bo kesên dixwazin ji kampê derkevin, pêngaveke derxistinê organîze kir.
Beşa yekemîn a derketinê di 3‘yê Hezîranê de pêk hat, tê de 800 kes ji jin û zarokên ji bajarên Reqa û Tebqayê ji kampê hatin derxistin û vegeriyan warên xwe. Piştre gelek kesên din jî derketin.
Berpirsên Buroya Derxistinê ya Rêveberiya Kampa Holê Mihemed Elî diyar kir ku ji 3‘yê Hezîranê ve ji 350 malbatî, hezar û 136 kes hatine derxistin (Ji Dêrazorê 397 koçber, ji Minbicê 127, ji Reqa û Tebqayê 612 koçber).
Mihemed Elî got bernameyê vegerê didome lê li benda amadekirina lîsteya nû ne.
Di kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê de 71 hezar û 630 kes dimînin. Di nav de 30 hezar û 890 penaber ji Iraqê ne, 30 hezar koçberên Sûriyê ne û zêdetirî 10 hezar malbatên çeteyên DAIŞ‘ê yên ji welatên biyanî ne.