Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rasthatinek nîne êrîşên li dijî rojava di salvegera şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê de zêde bûne û hat gotin, "Bi bidestxistina Kantona Kobanê re tê xwestin, hemû destketiyên Şoreşa Rojava yên gelê me bi têkoşîneke mezin a demokrasî û azadiyê qezenç kiriye, ji holê bê rakirin." CD-E diyar kir ku berxwedana li Kobanê berxwedana gelekî ya parastina namûsa xwe ye û anî ziman ku her mirovê welatparêz û xwedî feraseteke demokratîk divê li dijî êrîşên derveyî mirovahiyê yên li hemberî Kobanê hişyar be û bikeve nava tevgerê. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn bi taybetî jî yên li Berlîn, Frankfurt, Stockholm, Kopenhagen, Viyana, Atîna, Bruksel, Parîs, Marsîlya, London, Bern û Den Haagê dikin, ku xwedî li berxwedana Kobanê derkevin û li cihê lê ne çalakiyên demokratîk pêk bînin. Di serî de Kantona Kobanê pêwîste ji tevahiya şoreşa Rojava re alîkariya maddî, çalakî û siyasî di asta herî bilind de bê dayîn. Ji bo vê jî em bang dikin ku li her deverê bi ruhê seferberiyê xebat bê meşandin û her kes ji bo Rojava rabe ser piyan." 

ANF/BRUKSEL