Di daxuyaniya KCK'ê de hate bibîrxistin ku di encama êrîşên hin derdorên ku îdîa dikin girêdayî muxalefeta Sûriyeyê ne êrîşên hovane li dij Kurdan pêk hatine û di pêv ajoya 3 rojên cejnê de 25 Kurd hatine qetilkirin û zêdetirî 30 kes jî birîndar bûye. KCK'ê di daxuyaniya xwe de bi van gotinan êrîş şermezar kir: "Êrîşên hovane yên li dij gelê Kurd ku ne bûye aliyê şer û pevçûnan bi tundî em şermezar dikin. Ji malbatên kuştiyan û gelê Kurd re em sersaxiyê, ji birîndaran re jî şîfaya xêrê niyaz dikin."
KCK'ê êrîşkirina komên çekdar a li dij Kurdên sivîl ku li taxa Eşrefiye meşeke demokratîk bikar dianîn jî mîna encameke hewldanên dij Kurd ên AKP'ê binav kir û wiha hate gotin: "Hêzeke ku ji xwe re bêje ji bo azadî û guhertinê li Sûriyeyê tev digere nabe ku li dij sivîlên doza mafê xwe dikin tevkujiyan pêk bîne. Têkiliya vê yekê bi şoreş û azadiyê re tune ye, diyare ku hêzên paramilîter ên li gor daxwaza Tirkiyeyê tev digerin ketine dewreyê. Beranberî destek û çekên ku hikûmeta AKP'ê dide wan van polîtîkayan nîşan didin. Ev hêzên qala azadiyê dikin wê çawa vê tevkujiyê îzah bikin. Ev êrîş xizmeta hêzên şoreşê û gelê Sûriyeyê nake. Lewra divê beriya her kesî ev hêz li dij van tevkujiyan rewestin. Her kesê ku biratiya gelan dixwaze divê li dij van komên çete raweste."
KCK'ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li pey gelê rojavayê Kurdistanê tevahiya gelê Kurd heye û xwedî wê hêzê ye ku her cûre êrîşan bi bersivîne û xwe biparêze.
Di daxuyaniyê he komên êrîşkar jî bi van gotinan hişyar kir: "Bila bi bawerkirina desteka Tirkiyeyê nebin qatilê Kurdan. Heger êrîş bidomin divê were zanîn ku wek Tevgera Azadiya Kurdistanê emê ji aliyê leşkerî ve destekê bidin gelê xwe û emê lê xwedî derkevin. Di rewşa ku gelê me û tevgera me helwesteke wisa nîşan bide de divê bizanibin ku wê gelekî bêzar û lawaz bibin. Gelê Kurd naxwaze bibe aliyê şer. Divê tu kes neyê lîstika dewleta Tirk û dijminatiya gelê Kurd neke. Destek dayina bidestxistina mafên demokratîk ên Kurdan polîtîkaya herî rast a ji bo gelên Sûriyeyê ye."
KCK'ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li tevahiya gelê Kurd kir ku xwedî li helwesta qehremanî ya Kurdên Helebê xwedî derkevin û ji bo azadiya gelê Kurd ji bo fedakariyê amade bin. KCK'ê ji gelê Roja jî xwest ku li hember derdor, hêz û kesayetên di nava xiyanetê de bibe xwedî helwesteke bi biryar û ji bo vê yekê jî yekîtiya xwe misoger bike.
ANF/BEHDÎNAN