Di peyamê de KCK´ê bal kişand ser şer û pevçûnên li herêmê ku li ser navê Îslamê têne kirin.Komîteyê pevçûnên mezhebî nirxand û destnîşan kir ku yekane rêya têkoşîna li dijî van qirkirin û komkujiyên li ser navê mezheb û ola Îslamê tê kirin, hewldana ji nû ve fêmkirina rastiya Îslamê ji jêdera wê ye. Peyama komîteyê bi vî rengî ye: "Rojiya Remezanê ya pîroz ku yek ji pênc şertên Îslamê ye û ji aliyê tevahiya civakên Îslamê ve bi coş tê hêvîkirin, em bi rêzdarî pêşwazî dikin. Em ji Xwedayê mezin niyaz dikin ku vê îbadeta giranbuha ya hemû bawermendan hem ji bo wecîbeyên xwe yên olî hem jî bo ji nû ve sererastkirina hevsengiyên aborî û civakî yên xerabûyî bicih tînin, qebûl bike." Komîteyê bibîrxist ku di vê meha Remezanê de ku ola Îslamê her şêweyên tundî û rijandina xwînê li bawermendan qedexe dike, mixabin li Iraq, Sûriye û tevahiya herêma me em di rewşeke tundiyeke mezin û terorê de pêşwazî dikin. Lewma em gelekî xemgîn in. Em şermezar dikin ku ji bo terora li derveyî mirovahiyê û hovîtiyê ol û mezhebên Îslamê weke navgînekê tên bikaranîn. Ev terora di asta hovîtiyê de tê jiyîn, eleqeya xwe bi Îslamê, eleqeya xwe bi mirovahiyê re nîne. Di vir de ya ku bi bêrehmî tê qetilkirin ola Îslamê û mirovahî ye."


Xwîn tê rijandin
KCK dibêje, mîna ku dîrokê li ser vê xakê jê re gelek caran şahidî kiriye, ol, mezheb û cihêrengiyên çandî careke din ji bo nixumandina pevçûnên berjewendiyên aborî û siyasî yên hêzên global û herêmî tên bikaranîn. Ev hêzên mijara gotinê, di oxira berjewendiyên xwe de bi deh mîlyonan Misilmanên Şîa û Sunnî tînin pêşberî hev. Halbûkî Şîatî û Sunnîtî weke dijberên hev derneketine holê, weke du rastiyên cuda yên Îslamê afirîne. Di dema destpêkê ya avabûnê de her du mezheb jî, li dijî Emewî û Abbasiyên ku Îslam ji bo armancên xwe yên dewlet û desthilatdariyê bikar dianîn, derketin holê û veguherîn sazîbûyînê. Alimên mezin ên her du mezheban, li hemberî van sîstemên desthilatdar ên dejenerebûyî, bi hev re têkoşîn dane meşandin.

Rêzdarî ji bo baweriyan

Daxuyaniya komîteyê wiha dewam dike: "Tevî hemû têkiliyên qirêj ên desthilatdariyê, eger gelê Kurdistanê neketibe nava qirkirina bi xwîn, ev yek bi pejirînên Îslama Demokratîk a alimên me yên giranbuha ku bi dehan salan di nava gelê me de afirandiye, girêdayî ye. Gelê me yê bi vê têgihiştinê tevgeriyaye, bi awayekî herî berçav li Rojavayê Kurdistanê li dijî van îstîsmarkarên olê, bi xwişk û birayên xwe yên ji her bawerî û çandê, têkoşîneke mezin meşandine. Terora DAIŞ'ê ya ku di vê têkoşînê de şikest, ji bo ji xwe re hêzekê peyda bike berê xwe daye Iraqê û başûrê Kurdsitanê. Lê belê gelê me û tevgera me li vir jî li dijî terora DAIŞ'ê hem ji aliyê zihnî hem jî ji aliyê pratîkî ve her şêweyên amadekariyan kiriye." KCK di dawiya daxuyaniya xwe de ji Xwedayê mezin niyaz kir ku vê îbadeta giranbuha ya hemû bawermendan hem ji bo wecîbeyên xwe yên olî hem jî bo ji nû ve sererastkirina hevsengiyên aborî û civakî yên xerabûyî bicih tînin, qebûl bike." 

ANF/BEHDÎNAN