Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê der barê êrîşên di demên dawî de li dijî civaka Êzîdî ya Başûrê Kurdistanê ku ji aliyê Dewleta Îslamî ya Şamê ya Iraqê (DAIŞ) ve pêktê daxuyaniyek da û da zanîn ku di êrîşê de 6 kes mirine û ev êrîş tund şermezar kir.

Komîteyê di daxuyaniya xwe nivîskî de wiha got: “Di rojên dawî de çeteyên DAIŞ’ê li Başûrê Kurdistanê li dijî gelê Êzîdî êrîş pêk anî û 6 welatiyên me yên êzîdî hatine qetikirin.  Mirovên bêguhen yên ku ji bo nanê zarokên xwe ji gundê xwe dur dixebitin rastî êrîşê hatin û em vê êrîşÊ şermezar dikin. ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û gelê xwe yê Êzîdî re sersaxiyê dixwazin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Desthilatdariyên Global û Herêmî bi salane li erdnîgariya Rojhilata Navîn şer dimeşînin û tu pîvanû nirxa ahlaqî pê re tune ne. DAIŞ di vê siyaset û şerê derveyê ahlaqê de, ne eleqeya wê bi mirovahî û ne jî bi ahlaqiye.  Hêzên li pişt van ol, mezheb û nasnameyên etnîk li gorî berjewendiyên xwe bikartînin.
Hemû gelên li herêma siyasî û şer ya ku tu pîvanî nas nake dijî, bi gefan re rû bi rûne. Gelê me yê Êzîdî, Elewî, Xiristiyan, Kakaî, Suryanî, Ermenî, Mahallemî di bin rîskên cidî de ne. Lê ligel vê hêzên hegomonîk ji terza siyaset û şerê xwe yê qirêj dest bernadin.
Yekane hêza ku îfadeya hevpar ya nasnameya van gelane, Yekineyên Hêzên Parastina Gelin. Hêzên parastina rewşa ku di zîhnineyeta netewa demokratîk de xwe birêxistin dikin û meclisê gel wek bendekî li pêş wan sekinine. Ev sê sale li Rojava Yekineyên Parastina Gel li dijî paşverutiyê têdikoşin û  komkujiyên li ser civakan asteng kiriye.  Li Rojava civakên Êzîdî û Xirstiyan Yekineyên Pastina xwe ya Rewa avakirine û rola aktîf lîstine. Yekane riya ku li dijî vê siyaseta qirêj bê meşandin eve ku di esasa zîhniyeta Netewa Demokratîk de mekanîzmayên siyaset û parastina rewa bê avakirinê ye.

ANF/BEHDÎNAN 




CENÎ êrîşa li Şengalê şermezar kir

Buroya Aştiyê ya Jina Kurd CENÎ, revandina 4 jinên Kurd ên Êzidî li Şengalê weke "helwesteke li derveyî mirovahiyê" bi nav kir û bi zimanekî tund şermezar kir.
Di êrîşa çend roj berê ya koma Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) a li Şengalê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 4 jinên ciwan ên Kurdên Êzidî hatibûn revandin.
Buroya Aştiyê ya Jina Kurd - CENÎ ku navenda wê li Almanyayê ye, bi daxuyaniyeke nivîskî ev bûyer şermezar kir û bûyera qewimî weke helwestek li dijî mirovahiyê bi nav kir.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di serî de li çar parçeyên Kurdistanê jinên Kurd ên li her devera cîhanê bi şiyara "bi jina azad re ber bi neteweya demokratîk" li dijî her şêweyên feraseta paşverû û statukoparêz di nava têkoşînê de ne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku xweranegirtinek li hemberî olên li Mezopotamyayê tê jiyîn û hat gotin, "Di serî de li Rojava, di bin êrîşên çeteyên Îslamî yên li hemberî jinên Kurd de, ev zîhniyet heye. Êrîşa li Şengalê jî parçeyek ji vê ye."
Di daxuyaniya CENÎ de hat destnîşankirin ku destdirêjiya mamosteyekî li Hewlêrê li hemberî zarokeke ji Rojava jî berhema heman ferasetê ye û di serî de jinên Kurdistanî yên ji Başûr bang li tevahiya gel hat kirin ku li hemberî çanda destavêtina jinê hestyar bin û têkoşînê bidin meşandin. 

DUSSELDORF