Hêza xwe bikin yek
Hevserokatiya KCK'ê ev peyam da: "Zîhniyeta mêtînger, înkar û yekparêz a serdestan, ji rewşa bêrêxistinî û parçebûyî ya bindestan, Elewiyan, rewşenbîran û şoreşgeran sûd wergirtiye û polîtîkayên xwe yên mêtîngerî, şêlandin, sirgûn û qirkirina civakê di her firsendê de dewam kiriye. Bêguman ev yek bûye polîtîkayeke tepisandin û teslîmgirtinê. Lê belê êdî li pêşiya civaka Elewî, hemû bindest û civakên etnîk û baweriyan ên tine tên hesibandin, li pêşiya rewşenbîr û hunermendan pêşerojeke ronî heye. Ji ber vê yekê divê hêza xwe, enerjî û vîna xwe bikin yek. Derfetên bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê derketine holê. HDP mînaka vê ya herî berbi çav e. HDP bernameyeke rastîn a demokrasî û azadiyan e. Divê nebe cîgirê CHP û hêzên mîna wê yên dewletê.
Xwedî li bîranîna wan derkevin
Tacîdarkirina bîranîna 34 canên li Sêwasê hatin qetilkkirin, bîranîna 34 welatparêzên Kurd ên li Roboskî, bîranîna şehîdên me yên li Gezî bi serketinê û hesabpirsîna ji komkujiyan, bi pêxistina têkoşîneke hevpar a li dora bernameya demokrasî û azadiyê dibe.Li ser vê bingehê em bang li hemû hêzên têkoşer, Elewiyan, Ermeniyan, Suryaniyan, hemû civakên etnîk û baweriyan, şoreşgeran, sosyalîstan, kedkaran, jinan, rewşenbîran, ciwanan û hunermendan dikin ku têkoşîneke dikare bersivê bide vê pêvajoya dîrokî bimeşînin."
ANF/BEHDINAN