Di payema Serokatiya Konseya Rêveberiya KCK’ê de hate gotin ku, “Serok Komarê Iraqê Celal Talabanî ku ji Kanûna 2012’an ve li Almanya tê dermankirin û di derbarê tenduristiya Talabanî de 17’ê Gulanê agahî û wêneyên ku hatine belavkirin em pir keyfxweş kirin.”

KCK’ê diyarkir ku, “Em ji dil hêvî dikin ku, Mam Celal (Celal Talabanî) dê di demek kurt de bigehe tenduristiya xwe, xebatên xwe ji cihê mayî destpê bike, vegere welatê xwe û nava me.”
Talabanî ku 17’ê Kanûna 2012’an ji ber xwîn rijiya ser mejiyê wî ji 20’ê Kanûnê ve li nexweşxaneya zanînigeha li Charite ya Almanyayê tê dermankirin. Di van rojên dawî de li gelek malperan îdiayên “mir” dihatin belavkirin. Herî dawî li ser van îdiayan Necmedîn Kerîm daxuyaniyek nivîskî weşand û gotibû, “Nexweş bersivek erênî dide dermankirinê û tenduristî her roja ku diçe baştir dibe.”

 ANF/HEWLÊR