Di daxuyaniya KCK’ê de hat diyarkirin ku hikumeta AKP’ê dixwaze Kurdan teslîm bigire û wiha hate gotin: “ Êrîşa topyekun a dewleta AKP’ê ku tu hiqûqan nas nake, li Kurdistanê ji nû ve hatiye kûrkirin. Hiqûqa xwe bi xwe bin pê dike û bi awayeke bê exlaqî îşkenceya tecrîda şidandî li ser Rêberê me pêk tîne, gelê û rayagahiştî ji tenduristiya Rêbertiya me bê agahî hiştiye. Ligel vê jî, bi hincetên pûç û vala êrişê sazî û dezgehên siyaseta demokratîk ên Kurdistanê dikin, her kesê digirin û li holê qirkirina siyasî ya ku hatiye berfirehkirin heye. Hikûmeta AKP’ê bi girtina şaredar û endamên meclîsên gel ên ku di hilbijartinan de bi vîna gelê Kurd hatine hilbijartin, nîşan dide ku ew tu rêzê ji vîna Kurdan re nagire û dixwaze civaka Kurdan bi perçiqandinê teslîm bigirin. Ev yek li Kurdistanê ne qûralên dewletek a hiqûqê ye, qûralên hiqûqa dagirkeriyê ne, bi vê yekê dixwazin ku Tevgera Azadiya Kurdan tune bikin. Lê di vê mijarê de qîma hikûmeta AKP’ê bi wê bi xwe nayê, ji ber wê jî xwe diavêje welatên weke DYE û yên din û ji bo çewistandina Tevgera Azadiya Kurdan alîkarî ji wana dixwaze.”
KCK’ê da zanîn ku hikumeta AKP’ê li hemberî têkoşîna wan a mafdar tengav bûye û niha jî pişta xwe daye hêzên navneteweyî û dizaxwaze bi şer û komkujiyan encam bigire. Di daxuyaniya KCK’ê de hat gotin ku AKP derveyî hiqûq û exlaqê tevdigere û li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hewldanên provakatîf pêk tîne. Di berdewamiya daxuyaniyê de TAK hat hişyarkirin û wiha hate gotin: “Çalakiyên ji ber tehrîkên AKP’ê tên kirin û têde sivîl têne kuştin, tên wateya ketina kemîna AKP’ê. Rêxistina TAK’ê li hemberî van tehrîkên AKP’ê bi awayeke bê kontrol çalakî li dar dixe û bi rêbazeke şaş tekoşînê dimeşîne.” KCK’ê da zanîn ku bi tu awayî tu têkiliya KCK’ê an jî PKK’ê bi TAK’ê re tune ye. KCK’ê diyarkir ku çalakiya TAK’ê napejirînin û wiha hate gotin: “Em diyar dikin ku em vê çalakiya ku TAK’ê li Enqereyê li dar xist, napejirînin û daxuyaniya wan a ku dibêjin ew ê çalakiyên wiha berdewam bikin bi fikar dibînin û ew çalakî wê ziyanê bidin gelê me. Em bang li TAK’ê dikin ku ger bi rastî jî rêxistina TAK’ê dixwaze xizmeta tekoşîna azadiyê bike, divê ne van çalakiyan, çalakiyên ku ziyanê nadin sivîlan ji xwe re esas bigirin.”
Bûyera Sêrtê
KCK di bûyera Sêrtê de hişyarî da û wiha got: “Divê gerîla dema çalakiyan de ji bo ku mirovên sivîl zirar nebînin gelek baldar be. Di vê çarçoveyê de tê dîtin ku di bûyera li Sêrtê ya 20’ê îlonê de qelsiyek mezin heye. Di vê bûyerê de ji ber xeletiya gerîlayan mirovên me jiyana xwe ji dest dane. HPG’ê ji ber vê bûyerê ji gelê me û malbatên mexdûr lêborîn xwestiye. Ji bo bibîranîna van mirovên me yên ciwan ên jiyana xwe ji dest dane, gerîla dê êdî xwe bi gihîne astek bilindtir.”
KCK’ê ji malbatên Zeynep Evîn, Nergîs Evîn, Kevser Çekîn û Nurcan Olgaç ên di vê bûyerê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî û ji birîndaran re jî şîfa xwest. KCK’ê got ku êşa malbatan parve dikin û wiha hate gotin: “Bila tu guman nebin ku em ê kêmasiyên di vê bûyerê de bidarizînin. Di heman demê de em ji malbata heval Erdal ê di vê bûyerê de şehîd ketiye jî sersaxiyê dixwazin û em soza xurtkirina têkoşîna wan didin.” Di daxuyaniya KCK’ê de hat gotin ku ger gerîla baldar nebe dê fermandarî bibe berpirsyar û wiha hate gotin: “Em wekî tevgera ji bo gelê xwe têkoşîn didin, zirardayîna gel qebûl nakin. Divê hemû yekîneyên gerîla di dema plansazî û çalakiyên xwe de balê nîşanê vê yekê bidin. Nexwexe fermandariyên têkildar dê bibin berpisyarên vê yekê.” KCK’ê bangî gel kir ku xwe li hember pêkanînên AKP’ê rêxistin bike û wiha hate gotin: “Divê gelê me li hemberî pêkanînên AKP’ê yên faşîst xwe bi rêxistin bike, li her derê pergala xwe ya xweser ava bike û serhildanan geş bike. Di vê çarçoveyê de li hemberî hemû polîtîkayên komkujî û tehrîkê di serî de gelê Botanê û em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz dikin ku berxwedana xwe bilind bikin, ji bo azadiya Rêber Apo û Kurdistana Xweser a Azad xwedî li peywirên welatparêziyê derkevin.”
ANF /BEHDÎNAN