Di daxuyaniya KCK’ê de hat gotin, “Li hemberî operasyona artêşa Tirk a mêtînger, li Tendurek’ê, gelê me bedena xwe kir mertal û li ber xwe da. Di encama gulereşandina li ser gelê me de Serokê berê yê Rêxistina HDP’ê ya Giyadînê Cezmî Bûdak jiyana xwe ji dest daye şehîd ketiye û gelek kes birîndar bûne.Em, şehîdê demokrasî û azadiyê Cezmî Bûdak bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê bîranîna wî bi pêkanîna Kurdistana azad a bi Rêberê azad re bidin jiyîn.”


Serî li provakasyonan didin

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Dema li daxuyaniyên demên dawî yên li Erdogan û rayedarên hikûmeta AKP’ê were temaşekirin wê bi hêsanî bê dîtin, ku di nava amadekariya hin provokasyon û operasyonan de ne” û ev xal hat destnîşankirin: “ Anketên hilbijartinê yên di demên dawî de hatine ber destê Erdogan û AKP’ê, ew xistine nava tirs û fikareke mezin. Ji ber ku dibînin li pêşberî bilindbûna HDP’ê di nava civakê de ew serberjêr bûne, hîn bêhtir êrîşkar bûne. Erdogan ji bo sîstema serokatiyê bîne Tirkiyeyê û AKP jî ji bo pêşî li belavbûna xwe û trenda windakirina hêza xwe bigire, çiqas jê bê ew ê serî li her şêwe provokasyonan bidin.”


‘Wê dawî li xwe bînin’

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî dewam kir:”Erdogan dibêje li Tendurekê 25 gerîla li dijî artêşa Tirk şer dike. Halbûkî li hemberî yekîneyeke biçûk a gerîla bi hezaran leşkerên Tirk sewqî herêmê kiriye. Ji her şêweyî teknîk, balafirên şer û keşfê tên bikaranîn. AKP ji aliyekî ve bi israr dixwaze pêvajoyeke nû ya şer bide destpêkirin, li aliyê din jî Yalçin Akdogan berê xwe dide tevgera azadiyê û dibêje ‘yê bi agir dilîze, xwe dişewitîne’. Ev yek ji bilî sorkirina şer, nayê ti wateyê. Rastiya ku AKP xwe nêzî muzakereyan nake, komîsyona çavdêriyê ava nake, bi vîn û durustî nêzî çareseriyê nabe, ji bo veşartina operasyon, provokasyon û êrîşan e. Em Yalçin Akdogan û AKP’ê hişyar dikin! Eger hînê bi agir bilîzin, wê dawî li xwe bînin, wê bi tenê xwe bişewitînin. Di rewşeke ku em li gorî ruhê pêvajoya agirbestê tevdigerin de dewleta Tirk her roj bi balafirên şer û keşfê, bi obus û topan êrîşî herêmên gerîla dikin. Li ser bingeha parastina rewa, ev êrîş wê qat bi qat bersiva xwe bibînin.Divê AKP dest ji propaganda xwe ya li ser bingeha derewş-şaşitiyan û demagojiya bi afirandina îdraqê berde. 

Bi vê wesîleyê em careke din ji malbata şehîdê demokrasî û azadiyê Cezmî Bûdak û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.” 


ANF/BEHDÎNAN