
KCK'ê diyar kir ku tevî tê zanîn qonaxa duyemîn a pêvajoya çareseriya Demokratîk ji 1'ê Hezîranê û pê ve destpê kiriye jî heta niha gavek bi tenê jî nehatiye avêtin û got, "Em weke tevger, cara dawî hikûmeta AKP'ê hişyar dikin. Eger di demeke kurt de, di mijarên me eşkere kirine de gavên berçav neyên avêtin, wê pêvajo nemeşe û berpirsyarê vê jî wê hikûmeta AKP'ê be."
Tenduristiya Ocalan...
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê weha dewam dike: "Pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, gihaştiye qonaxeke krîtîk. Em pêwistiyê dibînin ku di vî warî de gelê xwe û raya giştî agahdar bikin."
Di daxuyaniya KCK'ê de hestyariya aliyê Kurd a derbarê rewşa Ocalan de hate dubare kirin û wiha hate gotin: "Tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêber Apo, ku pêvajoya aştiyê daye destpêkirin, xwedî girîngiyeke di asta mayîn û nemanê de ye. Me beriya du heftayan dabûn xuyakirin ku rewşa tenduristiya Rêber Apo gihaştiye asteke xetere û bang li hikûmetê kiribûn ku li gorî vê girîngiyê gavan biavêje. Banga berpirsyarî û pêwendîdariyê li gel û dostên xwe kiribûn. Heta roja îro bi sedan rêxistinên civakî yên sivîl bi dehan caran daxuyanî dan çapemeniyê û di mîtîngan de bal kişandin ser pirsgirêkên tenduristiya Ocalan, xwestin heyeteke serbixwe ya ji doktorên pispor biçe girava Îmraliyê û Rêber Apo di muayeneyeke dorfireh de derbas bike. Di vê mijarê de hin saziyên pêwendîdar ên li Kurdistan û Tirkiyê heyetên tenduristiyê ava kirin û bi awayekî fermî serî li Wezareta Edaletê dan. Lê belê heta roja îro ji aliyê hikûmetê ve der heqê mijarê de ti daxuyanî nehat dayîn û ji bangên ji bo heyetan jî besiveke erênî yan neyînî nehat dayîn.
Eger hikûmet vê helwesta xwe ya xemsar a li pêşberî tenduristiya Rêber Apo dewam bike, samimiyeta wê ya li pêşberî pêvajoya çareseriyê, wê ji aliyê tevgera me, gelê me û raya giştî ya demokratîk ve bi awayekî cidî were lêpirsîn û guman jê bê kirin."
'Hewl dide aramiya Rojava xira bike'
Di daxuyaniya Hevserokatiya KCK'ê de rewşa rojavayê Kurdistanê û êrîşên komên çetê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve têne kontrol kirin jî hatin destnîşan kirin û ev agahî hatin dayin: "Ji aliyê din ve, ji bo têkbirina derfetên azadiyê yên gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê bi dest xistiye, hikûmeta AKP'ê timî piştgiriyê dide komên çete û kujer ên mîna Cebhet-Ul Nusra û hewl dide aştî û aramiya li herêma Kurdan têk bibe. Diyare ku bi vê yekê re dixwaze deskevtiyên gelê me tine bike. Hikûmetke ku hînê nikare xwe li deskevtiyên gelê me yê li Rojava rabigir, gelo wê bi çi rengî mafên gelê me yê li Bakurê Kurdistanê nas bike. Ev yek cihê gumanbariyê ye. Em bang li AKP'ê dikin ku dest ji vê helwesta dijminane ya li dijî mafên demokratîk ên netewa Kurd li Rojavayê Kurdistanê berde, têkiliya xwe ya bi komên El-Qaîdeyî qut bike û tavilê dest ji komên çete berde."
'AKP berpirsiyariyên xwe bicîh nayîne'
Di daxuyaniya KCK'ê de astengkirina hevdîtinên bi Îmraliyê re weke sabotekirina pêvajoyê hatin destnîşan kirin û wiha hate gotin: "Weke pêwistiyeke pêvajoyoa çareseriyê, diviyabû hîn bêtir derfetên hevdîtina bi Rêber Apo re bihata afirandin, ne tenê heyeta BDP'ê derfet ji heyetên cuda re jî bihata dayîn ku Rêber Apo bibînin. Lê berovacî vê yekê, di asta niha de heyeta BDP'ê nikare hevdîtina xwe ya 15 rojan carekê di dema xwe de pêk bîne û nameya me şandiye ji Rêberê xwe re jê re nehatiye dayîn. Ev yek bûye sedem ku em pêvajoyê ji nû ve binirxînin. Tevî ku tê zanîn qonaxa duyemîn a pêvajoyê ji 1'ê Hezîranê û pê ve di meriyetê de ye, hînê gaveke bi tenê ya berçav jî nehatiye avêtin. Di vê mijarêde AKP berpirsyariyên xwe bicih nîne û hevdîtinên asayî yên bi Rêber Apo re tê kirin jî, bi helwestên kêfî taloq dike. Eşkere ye ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin."
'AKP pêvajoyê sabote dike'
Hevserokatiya KCK'ê kirinên AKP'ê mîna sabotekirina pêvajoyê binav kirin û bi van gotinan banga dawîanîna helwesta têkbirina pêvajoyê kir: "Ji aliyê din ve, li Bakurê Kurdistanê çêkirina qereqol û bendavan, zêdekirina hejmara cerdevanan, xebatên keşfê yên hewayî bi lez dewam dikin. Xemsariya li pêşberî pirsgirêkên tenduristiyê yên Ocalan, astengkirina hevdîtina 15 rojan carekê ya heyeta BDP'ê û hewldanên fetisandina şoreşa Rojavayê Kurdistanê, nêzîkatiyên AKP'ê yên sabotekirina pevajoyê ne. Di rewşeke bi vî rengÎ de jî Serokwezîr, berdevkên wî û çapemenî, van helwestên xwe yên sabotekirina pêvajoyê nabînin, berovacî tevgera me sûcdar dike."
Banga bilindkirina têkoşînê
KCK'ê daxuyaniya dayî mîna hişyariya dawî ya li hikûmetê binav kir û banga xwurtkirina têkoşînê li gelê Kurd kir: "Em weke tevger, hikûmeta AKP'ê cara dawî hişyar dikin. Eger di mijarên me ji raya giştî û gelê xwe re eşkere kirine de, di demeke kurt de gavên berçav neyên avêtin, wê pêvajo nemeşe û berpirsyarê yekane yê vê jî wê hikûmeta AKP'ê be.Em careke din bang li hikûmeta AKP'ê dikin ku dest ji nêzîkatiyên xetimandin û sabotekirina pêvajoyê berde û di qonaxa duyemîn de wezîfeyên xwe bicih bîne. Em bang li gel û dostên xwe jî dikin ku bi berpirsyarî rabin, di mijara tenduristî, ewlekarî û azadiya Rêberê me de, serhildanên xwe bilind bikin."
ANF/BEHDÎNAN