´Zerarê didin Îslamiyetê´
Komîteyê ragihand ku ev şîdeta hov ku bi temamî li derveyî mirovahiyê ye, tu eleqeya xwe bi ol û çanda Îslamê re nîne. Daxuyanî wiha dewam dike: "Yên ku vê hovîtiyê dikin, navê pîroz û bilindahiya Îslamê bi tenê ji bo armanc û berjewendiyên xwe yên qirêj bikar tînin. Îslam olekî aştî, biratîk, xweşbînî û edaletê ye. Li cihê Îslam lê hebe ev hene. Eger li cihekî şerekî hovane, hilweşandin û talan hebe, hingî li wir hukmê Îslamê nemaye. Li cihê ku feraset û pêkanînên rasteqîn ên Îslamê hebe, cihê van tuneye. Civaka Demokratîk a ku Hz. Pêxember (s.a.v.) li ser bingeha Mûkaweleya Medîneyê li Medînê ava kir, nîşaneya herî berçav a vê yekê ye. Ev dema ku weke Bextyariya Hemdemî di hişê mirovan de bicih bû, yekane serdema ku civakên li Erebîstanê tê de di nava aştî û aramiyê dijiyan bû."
´Rojava nimûne ye´
KCK bibîrxist ku li dijî vê paşverûtiya bi navê 'Îslamê' xwe li ser herêma me ferz dike têkoşîna herî baş, li ser bingeha civak û Mûkaweleya Medîneyê bi xwedîderketina li rastiya Îslamê dibe û got: "Pêwîste civakên Îslamê xwedî li Îslama rastî û demokratîk derkevin û maskeyên li rûyê van daxînin. Pevçûnên li ser bingeha mezhep û ol ên bi sedan sal in li herêma me tê jiyîn ancax bi xwegihandina Îslama Demokratîk a rewşa nûjen a Îslama Medîne ye, dikare bi dawî bibe. Projeya jiyana hevpar a îro li Rojava gelê me bi gel û baweriyên cuda re ava kir, tevî ku xwe dispêre nirxên têkoşîna sosyalîzm û demokrasiyê ya bi hezaran salan di heman demê de çavkaniya xwe ji Mûkaweleya Medîneyê digire. Ji ber vê yekê têkoşîna ge û baweriyên li Rojava ne tenê xwedîderketina li nirxên demokratîk ên hemdem, di heman demê de xwedîderketina li cewhera demokratîk a Îslamê ye, ku li van nirxan tê, ye. Ji ber vê yekê ev têkoşîn li dijî îstîsmarkarên Îslamê têkoşîna parastina Îslama rastîn e." KCK di serî de mirovên li Kurdistan, Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê dijîn Cejna Remezanê li tevahiya alema Îslamê pîroz kir.
ANF/BEHDÎNAN