Hevserokatiya Konseya Rêveber  a KCK’ê derbarê hilbijartinên 7’ê Hezîranê a ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêkhat de daxuyaniyeke weşand û destnîşan kir ku di her welatên demokratîk de hilbijartin bi xwe re polîtîkayên nû tîne.  Hevserokatiyê ragihand ku HDP rêjeya dengê xwe ji sedî sed zêde kiriye û  ku bi vê encamê re civaka Tirkiyeyê û gelê Kurd bendewariya xwe ya ji bo demokratîkbûyînê nîşan dane.

KCK’ê ragihand ku pêwîstî êdî bi pêkanîn û polîtîkayên zelal ên li pêş çavên raya giştî heye û got, “Bê guman Tevgera Azadiyê ya Kurd aliyek e, Rêber Apo jî sermuzakerevan e. Pirsgirêka Kurd bi muzakereyan û bi ketina dewrê ya meclîsê re wê çareser bibe. Ji ber vê yekê, destpêkê divê sê gavên bingehîn werin avêtin. Ya yekemîn, di serî de azadiya Rêber Apo amadekirina mercên muzakereyê, ya duyemîn jî li ser bingeha vê muzakereyê ketina dewrê ya Meclîsê ye.”

KCK’ê tevî hemû hewldanên provokasyon û tehrîkê jî bal kişand ser dewamkirina rewşa bêçalakîtiyê ji aliyê Tevgera Azadiyê ve û diyar kir ku ji bo çareseriyê pêwîstî bi agirbesteke zeximkirî heye. KCK’ê got, “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê ev her sê gav werin avêtin.”


‘Divê meclîs bikeve dewrê‘

KCK’ê destnîşan kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke bi awayekî azad bi hemû sazî, rêxistinên civakî yên sivîl, hunermend, nivîskar û gelek derdorên civakê re nikaribe hevdîtinê bike, ne pêkane ku karibe rola xwe ya sermuzakerevaniyê bilîze û ji bo çareseriyê pêşketin çêbibe.

KCK’ê di dewama daxuyaniya xwe de got, “Divê êdî hevdîtinan bi zelalî werin kirin. Divê Meclîs bikeve dewrê. Lewma em nêzîkatiya CHP’ê ya ku di dema bihurî de digot divê hevdîtin zelal bin û Meclîs bikeve dewrê, weke nêzîkatiyeke rast dibînin. Çareserî ancax bi nêzîkatiyeke bi vî rengî dibe. Bi bicihanîna pêwîstiyên vê yekê re, çareserî dikare pêk were.


‘HDP nikare banga li dawîanîna çekan bike‘

KCK’ê diyar kir ku mijara dawîanîna li têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê û vîna vê yekê, bi temamî di destê Tevgera Azadiyê de ye û got, “Bila her kes vê baş bizanibe, HDP partiya qanûnî ya PKK’ê nîne. Ji xwe pêkhateyên vê partiyê, vê yekê radixe pêş çavan. Gelek kes û derdorên dixwazin Tirkiye demokratîk bibe û pirsgirêka Kurd çareser bibe, di nava HDP’ê de cih digirin. Lewma HDP nikare bangekeke bi vî rengî bike, her wiha di nava şert û mercên Îmraliyê de Rêber Apo jî ne pêkane bangekeke bi vî rengî bike.”       


ANF/BEHDÎNAN