Hevseroka koma Die Linke li parlemanê Sarah Wagenknecht, xelkê koçber weke ‘mêvan’ bi nav kir û xwest ên weke mêvan xwe nabînin, welêt biterikînin. Li ser vê yekê di nava Die Linke de guftûgoyeke tund destpê kir û gihişte radeya daxwaza îstîfaya Wagenknechtê
Piştî qewmînên li Kolnê yên sersalê, jixwe meseleya van penaberên pirraniya wan ji Sûriyeyê bû minaqeşeyeke li tevahîyê Elmanyayê belavbûyî. Ji ber ku hevseroka koma li parlemanê ya Die Linke Sarah Wagenknechtê bi gotinên xwe yên wekî “hewandin û entegrasyona beşeke mezin a penaberan û biyaniyên dixwazin li vir bijîn, wê siberojê gelekî zehmet û giran derbas bibe; û lewma erê Merkelê payiza par ji gel re gotibû, ‘emê bi ser bixin’, lê em ê nikaribin.”
Wagenknechtê sersalê piştî bûyerên li Kolnê yên destdirêjî û destavêtinê bi destê biyaniyan, gotibû: “Herçî li vir mêvan e û ne weke mêvan bijî, divê ji welatê me biçe!”
Li ser istîfaya Wagenknechtê Die Linke bi hev ket
Piştî vê daxuyaniya roja duşemê, minaqeşeyekê di nava Die Linke de dest pê kir û vê minaqeşeyê xwe di çapemeniya Elman de jî da der. Çapêniya Elman ev yek bi rengê li jêr kir rojev:
Tagesspiegel: Sarah Wagenknecht êvara sêşemê, li ser rûpala xwe ya Facebookê gotiye: “Ez şaş hatime fêhmkirin, min nexwest hatina penaberan giş rexne bikim û min negotiye hemû penaber sûcdar in. Min hertim gotinên nijadperestî rexne kirine. Ez dibêjim, wexta Merkel got, ‘em ê bi ser bixin’, Elmanya ne amade bû û ev yek bi serê xwe rêya engrasoyanê dixitimîne.
Die Zeit: Rojnameya die Zeit bala xwe daye hevpeyvîneke bi Berliner Zeitung a bi berpirsyarê karê derve yê partiya die Linke Jan van Aken re. Wî bi awayekî neyekser got, bila Sarah Wagenknecht istîfa bike.
Die Welt: Wagenknechtê di ARD Tagesthemen (Nûçeyên şevê yên televizyona dewletê) de gotinên xwe wehan hinekî nerm kiribûn: “Piştî biryara Merkel a par, ez dibêjim ku tu bingeh û hazirî ji aliye hikûmetê ve nehatiye kirin”.
Der Spiegel: Kovara Der Spiegel li ser malpera xwe, tişta ji duşemê ve qewimî rêz dike û behsa istîfakirina Sarah Wagenknechtê jî dike. Hevserokên partiyê Bernd Rieslinger û Katja Kipping dibêjin, ev gava ku wê bi serê xwe avêtîye ne rast e û nayê qebûlkirin, lê behsa istîfakirina wê nehatiye kirin.
Ji rojnameyên din ên navdar ên Elman di Die Tageszeitungê (taz) ji bo gotinên Sarah Wagenknechtê dibêje, “Ji gotinên bêhemdî û wêde ye!”, û Frankfurter Rundschau jî şîroveya “Bê Wagenknecht jî dibe” dike.
RÊNAS BARAN/FRANKFURT
* Rêveberê partiya nijadperest a Elman AfD Andre Poggenburg piştî daxuyaniya Sarah Wagenknecht, ev bang li ser twitterê lê kiribû.