
KNK’ê got; “Dewleta Tirk dîsa har û hêc bûye. Kuşt û kuştdarîya xwe bi taybetî van demên dawîyê rakirîye asta herî bilind. Êrişkarîyeke bêtixûb dike li ser bizava neteweyî ya Kurd û Kurdistanê. Bi navê dewleta Tirk hukûmeta AKPê di van mehên dawîyê da bêdadîyeke hind mezin înaye serê Kurd û Kurdistanîyan ku qabilî qebûl nîne. Ji cepheyê sivîl bigirin heta milê leşkerî zeptûrepteke dijwar pêktînin. Ji polîtîkerên Kurd, aktîvîstên mafên mirov heta parêzer, nivîskar û rojnamevanan bi hezaran Kurd û Kurdistanî hatine girtin. Di çar mehên dawîyê yên sala 2011an da bi bombardumana hewayî, gerîlla an jî sivîl bi sedan Kurd hatin kuştin. Di topbarana reşahî û bombardumana hewayî da gelek bêperwa çekên kîmyayî têne bi kar înan. Di Gelîyê Tiyarê da gerîlla bi van çekên kîmyayî hatin kuştin. Herî dawîyê jî komeke mezin ya Kurdan, 35 Kurd li dora gundê Roboskê yê ser bi Qilabanê, hatin qetil kirin ku piranîya wan ciwanên ter û taze bûn.”
'Bi çekên DYA'yê Kurdan qetil dikin'
KNK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk di vê konsepta fetisandina bizava neteweyî ya Kurdistanê û xelke Kurd de destek û hevkarîyeke mezin ji tifaqdarên xwe yên NATO û rojavayî werdigire ku ev e ji alîyê Kurd û Kurdistanîyan ve cihê xemeke giran e û got; “Di serî de Amerîka (DYA) Îsraîl û hindek dewletên Yêkitîya Ewrûpayê (YE) ji çekên sivik û giran, firokeyên bê mirov heta hevkarîya dîplomatîk, piştevanîyeke ecêb mezin didine dewleta Tirk. Bi taybetî di bombardumanên hewayî da teknolojîya Amerîkayê tê bikarînan. Amerîka firokeyên bê mirov dane dewleta Tirk û ev firoke li esmanê Kurdistanê diçerixin û agahîyên sîxûrî didine merkezên ertêşa Tirk û bi van agahîyan ve navçeyên ku bizava neteweyî lê xurt têne bombardumankirin. Komkujiya 28’ê kanûnê ya 2011’an ya ROBOSKê jî bi agahîyên Predatoran hate kirin. Predatoran koma Kurdan tesbît kir û ev agahîye da ertêşa Tirk û F-16yên ertêşa Tirk jî gundîyên Kurd dane ber bombeyên jehrawî. Encam 35 mirov hatin qetilkirin.”
'Daxwaza dewleta Tirk qetilkinina Kurda ye'
KNK’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk niha jî dixwaze sîleh û teknolojîya bilindtir ji Amerîkayê bistîne ku zêdetir Kurdan bikuje û got; “Predator îstixbaratê didin û piştî du demjimêran F-16 dest bi bombardumanê dikin ku dewleta Tirk vî demî gelek dirêj dibîne!. Lewma niha dixwazi firokeyên bê mirov (Predator) yên ku hem mirovan kifş dikin û di cih dr jî bombeyên barkirî berdidine ser hedefa xwe, ji Amerîkayê bikire. Ango tesbîtkirin û lêdan demildest dibe. Eve tê wateya di demekî gelek kurt de zêde mirov kuştinê. Dewleta Tirk ji performansa frokeyên bê mirov yên destê xw de ne razî ye û dixwaze Predatorên bi çek bikire ku di sanîyekê da sedan Kurdan bi bombeyan bikuje!”
'DYA çi dixwaze'
KNK’ê diyar kir ku bo dewleta Tirk ev kir û kiryara nemirovî asayî ye û ev pirs ji Amerîkayê pirsî; “Lê Amerîka çi dixwaze? Di kuştina Kurdan da çi feydeyê gelê Amerîka heye? Hikûmeta Amerîka divê vê muhasebeyê digel xwe bikin. Ger dixwazin li vê navçeyê tenahî hebe ku berjewendîyên xwe biparêzin, eve bi kuştina Kurdan ne mumkun e. Parastina berjewendîyan bi destekdayîna van dewletên dijî demokratîk nabe. Berjewendîyên Amerîkayê û YE’yê li vê navçeyê bi qedera Kurdan ve girêdayî ye. Ger ev dewlet dixwazin normên demokratîk li navçeyê serdest bin divê aliyên Kurdan bigirin ne ku piştevanîya dewleta Tirk bikin. Destekdayîna operasyonên jenosîdal yên dewleta Tirk sûcekî mezin yê mirovahîyê ye. Di serî de Amerîka û hevkarên wê divêt vê yêkê bizanin. Kurd û Kurdistanî ji vê destekdayîna wan ya digel dewleta Tirk gelekî aciz in û gelek bi heq, vê nerazîbûna xwe aşkera dikin. Hevkarî û destekdayîna dewleta Tirk zêdetir xwîn e, zêdetir kuştine, zêdetir komkujî ye, zêdetir jenosîd e. Kurd û Kurdistanî bang li Amerîka dikin ku dawîyê li vê polîtîka xwe ya destekdarîya bi dewleta Tirk re bîne.”
Piştgirî da kampanyaya KON-KURD'ê'
KNK’ê got; “Lî ser vê yekê, ji bo protestokirina vê politîka Amerîka, ji bo ku Amerîka dev ji vê polîtîkaya xwe ya destekdayîna Dewleta Tirtk berde, kampanyaya ku ji aliyê Konfederasyona Komeleyên Kurd li Ewropa - KON-KURD ê ve, di 03.01.2012 an de hatiye despêkirin, em wek Konreya Neteweyîya Kurdistan-KNK piştgirîyê didinê û destek dikin.”
KNK’ê wiha bang li hemû Kurdan kir; “KNK bang li hemî Kurd û Kurdistanîyan, li hemî partî û sazîyên Kurdistanîyan dike ku ne tenê li Ewropa li her çar parçên Kurdistan ê, li metropolan, li welatên Sovyeta berê, lî Rojhilatanavîn û li her derê Kurd û Kurdistanî lê heyîn, hemî tevlî vê kampanyayê bibin û di vî warî de aktîf bin.”
Ji bo hikûmeta Başûr bangewazî
KNK’ê bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir û got; “KNK bi taybetî bang li rêvebirîya îdarî û polîtîk a Kurdistana Federal dike, têkilîyên xwe yên bi Amerîka rE aktîvtir bikin û daxwazê ji wan bikin ku çekan, teknolojîya leşkerî û firokeyên îstixbarî nedine dewleta Tirk.
Bang li saziyên navnetewî kir
KNK diyar kir ku ew ji Amerîka, YE Û NY dike ku zextan li ser dewleta Tirk bişidînin ku pirsa Kurd û Kurdistanê bi rêyên demokratîk bê çareserkirin û got; “KNK ji bo hewildanên bi vî rengî amade ye ku hevkarîya aliyan û navbeynkaran bike.”
KNK’ê got; “KNK hêvîdar e ku di serî de Amerîka, Îsraîl, YE û NY hemû dem û dezgehên navneteweyî beramberî kiryarên nemirovî yên dewleta Tirk bêdeng nemînin, destekê nedinê. Her destek û hevkarîya digel dewleta Tirk rijandina xwîna Kurd û Kurdistanîyan e. Vê nekin! Vê nekin! Vê nekin!”
ANF/BRUKSEL