13’mîn Lijneya Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li paytexta Belçîka Brukselê dawiya hefteyê pêk hat. Komcivîna ku pêr dest pê kir bi guftûgo û biryarên hatin girtin doh qediya.

13’emîn Lijneya Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li Brukselê pêk û doh hate lidarxistin. Civîna ku axaftina vekirinê Endama Konseya Rêveber a KNK’ê Rojan Hazim kir, ji çar parçeyên Kurdistanê serok û nûnerên saziyan, endamên partiyên YNK, BDP, PJAK, PYD, Goran, PDK, PÇDK, YNDK û gelek partiyên din û nêzî du sedî delege û mêvan tevli civînê bûn.
Di komcivînê de ji endamên KNK’ê yê herî bi temen Mele Mihemed Ciwanroyî û ji endamên herî ciwan Ulkem Zeremya û Ferhat Patiyev di dîwanê de cihê xwe girtin.
Her wiha di lijneyê de peyamên nûnerên partiyan şandibûn jî hatin xwendin.

Bang li Fransayê hat kirin
13. Civata Giştî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK), li paytexta Belçîka Brukselê di roja duemîn de jî bi guftugo û xabatên girîng berdewam kir. Di destpêka rûniştina doh  ji bo endamên nû, merasîma sondxwarinê hat kirin.  Ji rêveberina rûniştinên doh ji bo dîwanê Nîlufer Koç, Sîror Kemanger û Sîma Abdullah hatin hilbijartin.  Piştî merasîma sondxwarinê rapora salane ya KNK'ê hate xwendin. Rapor ji aliyê Endamê Konseya Rêveberiya KNK'ê Rojan Hazim ve hat xwedin û destpêkê endamên KNK'ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya sala 2013'an li paytexta Fransa Parîsê hatin kuştin, hatin bîranîn.
Di raporê de bang li Fransayê hat kirin, ku endamê KNK'ê Adem Uzun serbest berde û bûyerên li Rojhilata Navîn û gelemperiya Kurdistanê diqewimin hatin nirxandin. Di raporê de hat ragihandin, ku li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ketiye qonaxeke nû û di vê demê de hîn bêtir rol dikeve ser milê KNK'ê. Beşdarên kongreyê li ser raporê nêrînên xwe anîn ziman û der heqê xebatên dema pêş ên KNK'ê de pêşniyarên xwe kirin. Rûniştinên roja duemîn heta saetên êvarê berdewam kirin û tê payin encamnameya komcivîna KNK'ê ji raya giştî re were aşkere kirin.

Deklerasyona 11 xalî
Di roja yekemîn ya 13’mîn kombûna Lijneya Giştî ya KNK’ê de deklarasyonekî 11 madeyî ji rayagiştî ya Kurdistan û cîhanê re hate pêşkêş kirin. Deklerasyona ku KNK'ê ji raya giştî re aşkere kir ji van xalan pêk tê:
l Kurdistan welatê Kurd û Kurdistaniyane û gelek xwezayî mafê wan heye ku çarenivîsa xwe bi xwe tayîn bikin.
l  Kombûna me bi terkîba xwe ya bilind ya neteweyî û welatî ve destnîşan dike ku têkoşîna rizgariya Kurdistanê bi şuûreke bilind ya neteweyî û welatî heta serkeftina mezin dê bête domandin.
l  Demokratîzasyona Rojhilatanavîn bi temamî bi qebûlkirin û naskirina statûya Kurd û Kurdistanê ve mumkun dibe. Lewma dewletên bi pirsa Kurdistanê ve dîrekt û îndîrekt peywendîdar divêt  vê rastiyê bibînin û li gorî vê yêkê pozîsyona xwe aşkera bikin û daxwazên Kurd û Kurdistaniyan bi cih bînin. Herweha di serî da Kerkûk û hemû navçeyên li derveyî tixûbên Kurdistanê hatine hêlan divêt bêne vegerandin bo nav Kurdistanê û rêz li tixûbên Kurdistanê bête girtin.
l Kombûna me pêşhatinên li Rojavaya Kurdistanê giring dibîne û piştî destkefta başûr, rojavayê jî destkeftî dibîne û bangî Kurdistaniyan dike ku van herdu çeperan biparêzin.
l Li bakûr proseseke nû hatiye destpê kirin ku li ser daxwazên neteweyî û demokratîk digel dewleta Tirkiyeyê muzakere tê kirin. Em vê însiyatîfa nû ya bizava neteweyî li bakûr maqûl dibînin û piştevaniyê dikin û bangî hêz û kesên neteweyî û welatî dikin ku di nav xwe da yêkîtiyeke kamil pêkbînin ku ev hewildane serbikeve. Herweha em bangî dewleta
l Tirkiyeyê jî dikin ku daxwazên Kurdistaniyan yên maqûl û demokratîk bi cih bînin û di serî da birêz Ocalan û hemû girtiyên polîtîk serbest bikin.
l Kombûna me çar rêze konferansên Amed, Hewlêr, Enqere û Brukselê di plankirina prosesa ”Aştî û demokrasîyê” ya li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilatanavîn da platformên giring dibîne û piştevaniyê dike.
l Têkoşîna neteweyî ya li Rojhilata Kurdistanê hatiye merheleyeke nû ku divêt hêzên neteweyî û welatî li gorî pêşhatinên li Rojhilatanavîn xwe li ser zemînê yêkîtiya neteweyî û welatî organîze bikin û ji bo bi destxistina statûya neteweyî û demokratîk xwe amade bikin.  
l Kombûna me bi dengekî bilind bangî Kurd û Kurdistaniyan dike ku tifaqa navxweyî di asteke herî bilind da vehûnin û mayînde bikin. Garantiya parastina destkeft û çeperên neteweyî û welatî ev yêkîtiya navxweyî ye.
l Kombûna me aşkera teyîd dike ku di çareseriya pirsa Kurdistanê da digel Kurdan kêmaniyên etnîk û dînî jî hevparin, xwedanên Kurdistanê ne û divêt di nav Kurdistanê da sîstemê demokratîk, azad, wekhev, dadyar û sekular bête ava kirin.
l Kombûna me çemka mêrşahî ya di nav civata Kurd û bi giştî Kurdistanê da ji bo demokratîzasyona navxweyî astengeke mezin dibîne û bangî hemû xelkên Kurdistanê dike ku li ser zemînê azadî û wekheviya cinsî civateke dadyar ya bi hemû bihayên mirovî ve tijî ava bikin.
l Kombûna me bangî Amerîka, Rûsya, YE, UN û dewletên din dike ku di pirsa bi giştî Kurd û Kurdistanê û bi taybetî di çareseriya pirsa Rojavaya Kurdistanê da dadyar bin û piştevaniya daxwazên rewa yên Kurd û Kurdistaniyan bikin.

Bayik: Pêvajo wê bandorê li tevahiya Kurdistanê bike

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di peyama xwe ya ji bo 13. Kongreya KNK'ê de bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û got, "Ev pêvajo ne tenê li bakur, wê bandorê li tevahiya Kurdistanê bike." Bayik bang li KNK'ê jî kir ku ji Konferansa Netewî ya Kurd re pêşengiyê bike.
Endamê KNK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin, ku gelê Kurd ê bi salan êş û azar dîtiye ne mumkne ji vê pêvajoya herêmê sûdê wernegire û got, " Wekî gelê herêmê yê herî qedîm û yê herî pir hatiye înkar kirin îro gelê Kurd jî van polîtîkayan re dibêje: “Êdî Bes e.” Wekî Tevger li çar perçeyên Kurdistan stratejiya ku me meşandiye stratejiyek rast bû û ji bo gelê Kurd xwedî encambû. Di serî de hemleya 19’ê Tîrmaha 2012’an ve li Rojavayê Kurdistan pêngava şoreşê pêk hat û têkoşîna gelê Kurd gav bi gav mezin dibe. Li Rojhilatê Kurdistan gelê me xwe diparêzin û têkoşîna xwe didomînin. Her wiha di sala 2012’an de li Bakurê Kurdistan hemleya birêket polîtîkayên dewleta Tirk a înkar û îmhayê vala derxist. Ev pêşketinana stratejiya gelê Kurd xurt kir. "
Endamê Konsyeya Rêveber a KCK'ê û endamê KNK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ku têkoşîna tevgera azadiyê ya gelê Kurd a sala 2012'an de hemû polîtîkayên îmhayê yên Tirkiyê pûç kiriye û ji lewra Tirkiye neçar maye bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûnê û çareseriya siyasî qebûl bike.
Bayik bal kişand ser pêngava "Rizgariya Demokratî û Avakirina Jiyana Azad" û got, "Ev pêşnûma Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn pêvajoyek nû birêdixe. Ev pêvajoya nû ne tenê ji bo Bakurê Kurdistan, ji bo tevahî Kurdistan girîng e. Rêber Apo ji bo ev pêvajo pêş bikeve bangawaziya 4 konferansan dike. Ji nav van konferansana ya herî girîng di rêya avakarina yekîtiya gelê Kurd de konferansa netewî ya Kurd e. Tevgera Azadiya Gelê Kurdistan jî ji bo konferansa netewî ya Kurd hewldanên pêwîst nîşan dide.  Ez hêvî dikim ku KNK jî li gorî misyon û rola xwe erkên xwe yê di mijara yekîtiya gelê Kurd û konferansa netewî de bicih bîne û bigihije serkeftinê."

‘Peywirên girîng li ser milê KNK’ê ne’
Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan, ji bo lijneya giştî ya KNK’ê peyamek şand. Karayilan destnîşan kir ku di pêvajoya nû de û di amadekariyên konferansa neteweyî de peywirên girîng dikeve ser milê KNK’ê û wiha got: “Demildest divê gelê Kurd stratejiya xwe diyar bike. We careke din, ez ji bo endamtiya KNK’ê layîq dîtime. Ji bo vê yekê ez ji civata we re spasiyên xwe pêşkeş dikim. Wekî endamekî KNK’ê erkên bikevin ser milê min ji bo ez bi cih bînim çi ji destê min bê ez ê bikim. Ji bo yekitiya gelê me, ji bo azadiya gelê me, ji bo serfiraziya gelê Kurdistanê û gelên herêmê her karî ez ê wekî karekî pîroz pêk bînim. Soz didim ku ji bo pêkanîna erkên di vê çarçove yê de ez amade me û ez ê hewl bidim bê kêmanî pêkbînim.”
 Karayilan wiha pê de çû: “Îro herêma Rojhilata Navîn û welatê me Kurdistan di qonaxeke girîng re derbas dibe. Pêşveçûnên li herêmê û li welatê me ji bo azadiya gelê Kurd derfetên dîrokî ava kirine. Bi taybet tevli destkeftiyên Başûr, li bakurê Kurdistan sala borî hemleya Tevgera me encamên girîng derxist holê. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bilind bû û dagirkeriya Tirkiyeyê xitimand û rê vekir ku serdema çareseriyê têkeve rojevê. Di heman demê li Rojava hemleya ku pêk hat gihîşt asta şoreşê. Îro pêvajoye ke şoreşî li Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Di heman demê de gelê me li rojhilatê Kurdista nê xwe diparêze û xwe amade dike. Ev pêşveçûnên li welatê me çêbûn di herêma Rojhilata Navîn de stratejiya Kurd xurt kir û di hevsengiya herêmê de gelê Kurd kir hêzekî li pêş.”
 
Pêşketineke dîrokî ye

 Karayilan wiha got: “Ev pêşketinên pir girîng û dîrokî ne. Ji bo van derfetan em neteweya Kurd amade ne derfetan bi kar bînin û pirsgirêka Kurd çareser bikin û gelê Kurd azad bikin. Di vê dema dîrokî de divê platformeke ku bi hemû aliyên Kurd ve pêş bikeve hebe. Pêwîstî bi konferanseke neteweyî heye. Hûn wekî KNK’ê platformeke neteweyî ne, lê divê hemû alî werin beşdar bibin.”
Karayilan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bêguman hewceyî heye ku bi beşdarbûna hemû aliyan komîteyeke amadekariya konferansa neteweyî amade bike. Ji bo vê yekê ger ku civata we biryar bigire û heyetek xebat bike wê di cihê xwe de be û em bawer dikin ku di vê dema dîrokî de wê karekî serkeftî pêş bixe. Ji bo we rêzdariya xwe pêşkeş dikim û di xebata we de ji bo we hemûyan û ji bo KNK’ê serkeftinê dixwazim.”


Barzanî: Ji bo serkeftinê azadiya Ocalan

Peyama Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî di 13’emîn Lijneya Giştî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê de hat xwendin.  Barzanî diyar kir ku divê her çar parçeyên Kurdistanê stretejiya hevpar zelal bikin û got: “Ji bo ku Tirkiye bigihêje serkeftinê divê Birêz Ocalan azad bibe.” 
Barzanî di peyama xwe de kesên tevli lijneyê bûn silav kir û got: “Ez 13’emîn damezrandina KNK’ê pîroz dikim. Ji her kesî re serkeftinê dixwazim. Em niha piştî têkoşîneke mezin di demek nû de ne.  Têkoşîna gelê Kurd ya rewa ket konaxeke nû. Hêviya me pêşerojeke roniye. Gelê Kurd pêvajoya înkarê li pey xwe hişt.  Sedsala 21’ê dê bibe sedsala Kurdan. Di vê pevajoya krîtîk de pêwistî bi xebateke hevpar heye. Ji bo vê jî divê em navên ku xebatên civakî dimeşînin yên rojava re xebatê bimeşînin. Bi taybet jî divê em li Ewropayê dostan qezenc bikin.
Herêma me di nava geşedanên mezin de ye.  Li dora Kurdistanê tirsa kurbûna naqokiyan heye.  Divê em hemû li dijî vê tirsî amade bin.  Rast Kurd ji her demê zêdetir bi şansin.  Lê wek her tim li dijî Kurdan xetere hene. Ji ber vê jî divê em ji her demê zêdetir bibin yek.

Sratejiya ji şîdetê dûr…

Barzanî diyar kir ku divê stratejiyeke ji şîdetê dur ya Kurdan hebe û got: “Ya herî girîng  divê em peyama yekitiyê bidin gelê herêmê.  Divê em ji mafê rewa yê gelê xwe dest bernedin. Divê em li Başûrê Kurdistanê kongreyek ava bikin. Divê hemû hêzên Kurdistanê bi vê kongreyê li djî geşdanan têbikoşe.
Barzanî balkişand ser pêvajoya navbera PKK û hikûmeta Tirk û got: “Em bo vê pêvajoyê divê bixebitin. Ez bang dikim ku divê ev pêvajo bi aştiyê temam bibe. Ji berk u aştî, diyalog û têkoşînek bê şîdet hêviyên Kurd dikare pêk bîne.  Ji ber vê divê Ocalan azad bibe û di makeqanûna Tirk de guherîn bêkirin.
Piştî krîza Sûriyeyê  me hewl dan emhêzên Rojavayê Kurdistanê bînin ba hev.  Peymana Hewlêrê qezenceke netewiye.  Divê her kes li gorî peymana Hewlêrê tevbigere û ji hev re alîkar be.  Divê li hemberî hev rêbazên şîdetê bikarneyne.
Em piştgiriyê didin hinek hewldanên hêzên Rojhilatê Kurdistanê jî. Hêviya me ev e ku li vir jî doza Kurd pêş bike.

Bextiyar: Hewceyî bi stratejiya hevpar heye

Piştî peyama Barzanî, Polîtburoyê YNK’ê Mele Bextiyar axivî. Endamê Polîtburoyê yê YNK’ê Mele Bextiyar jî wiha got: “Divê Kurd bi stratejiya hevpar tevbigere.  Bextiyar diyar kir ku tovê aşiyê li Kurdistanê gihiştine ûgot: “Kurd pêvajoyek girîng dijîn. Yekitiya me ji her demê zêdetir girînge. Em Kurd divê bi stratejiyek hevpar têbikoşin. Dijminên Kurd êdî hêza wan nîne. Ocalan ev 14 sale di zindanan de ye. Divê azadiya Ocalan bê.”

Muslim: Pêwîstiya konferansa netewî heye

Hevserokê PYD᾿ê Salih Muslim ku di 13’mîn Lijneya Giştî ya KNK’ê ya li Brukselê tê lidar xistin axivî û diyar kir ku, şoreşa li rojava efsaneyek nîşan da û da zanîn ku, pêwîstiya gelê Kurd bi konferansa netewî ku rêveberiya hemû Kurdistanê bike heye. Muslin da zanîn ku, Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan serkêşiya pêvajoyê kiriye û pêwîste hemû siyasetmedar û serokên partiyan jî di pêvajoyê de bi erkê xwe rabin.Muslim got ku, bi milyonan Kurd li pişta gelê rojavane.
Hevserokê PYD᾿ê Salih Muslim di 13’mîn Lijneya Giştî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) axivî û diyar kir ku, gelê Kurd li Rojava bi berpirsyarî tevdigerin û da zanîn ku, pêvajoya li rojava erkekî dîrokiye li ser milê hemû Kurdistanê ye û wiha got: “Em îro li Rojavayê Kurdistanê bi berpirsyarî tevdigerin, bi milyonan mirov piştgirî didin me. 50 milyon Kurd li pey me ne, hêza li pişta me xurte. Ji ber vê yekê erkekî dîrokî ji gelê Kurd tê xwestin. Barê ku me rakiriye barê hemû  gelê Kurde divê em layîqî vî barîbin.᾿̓
Muslim di derbarê kongreyên ku tên lidar xistin û pêvajoya ku Kurd tê re derbaz dibin jî ev tişt got: ᾿̓Bê gûman îro kombûna we li vê derê ji me re pêşgirtineke mezine. Em jî erkekî dîrokî rakin û pêwîste em pêşve bibin. Ji bo ku em karibin bi erkê xwe rabin. Îro ji gelê Kurd li rojava û deverên din jî tê xwestin ku layîqî vî barîbin û ji bo demokratiyê karbikin. Heger ku em ne layîqî pêvajoyê tevbigerin dîrok wê neletê li me bike. Kesayetên me yên li vê derê û kesayetên ku niha di zindana de mîna ᾿̓Serok APO᾿̓ ew baş rastiya dizanin û amadene ku pêşengiyê pêvajoya demokrasiyê bikin.”
Muslim bang li siyasetmedarên Kurd kir ku, mala Kurd ji nû ve avabikin û amadekirina yekîtiyê bi hemû hêzê bikin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Pêwîste hemû rayedar û serokên partiya tev bi hev re pêşengiyê bikin û ev erk yê me tevane. Em pêwîste hundirê malên xwe çêbikin, hundirê malên me ne mîna berêne. Kongrên ku tên lidarxistin û konfransa li Hewlêrê başin, em dixwazin ku konferansa me ya netewî çêbibe, helal û heramê me ji me re bibêje û rê li ber nakokiyan bigrin. Em bi wê li hev rûnên û bi hev re pirsgirêkê xwe çareser bikin.”
Muslim di derbarê şoreşa li rojava û qehremaniyê bê hempa ku gelê rojava dimeşîne ev tişt anî ziman: “Qehremaniya ku hatiye kirin, li Serêkaniyê afsane hatiye destnîşan kirin, dîrok îro tê guhertin ji ber vê yekê pêwîste em li vê derê û hemû welatiyên me yên li derve bi erkê xwe rabibin.”
Di dawiya axaftina xwe de Muslim spasiya KNK᾿ê kir û soz da ku gelê Rojavayê Kurdistanê û PYD᾿ê dê ji bo demokratiyê bi hemû hêza xwe karbikin.
 

ANF/BRUKSEL