Kongireya Netewîya Kuridistanê (KNK), bi daxuyaniyek niviskî cejna Êzidiyan a Çarşema piroz kir. KNK ê di daxuyanîya xwe de anî ziman ku gelê kurd ji pêvajoyeke zexmet derbas dibê û hêvî dikin ku cejna Çarşame Sor bibe wesîleya aramî û yekîtî û biratiyê.
KNK: Êzîdî nirxên netewî parastin
KNK di daxuyaniya xwe de bal kişand ser xwedîderketina nirxên têkoşînê yê civaka Êzîdiyan û weha got "Gelên Êzîdî tevî ku bi evqas êrîş, ferman û komkujîyan re rû bi rû maye,
dîsa jî hertim xwedî li nirxen xwe yên netewî, çandî û olî derketîye. Xelkê Êzdî îro jî her çiqas bi zext û zordarîyan re rû bi rû dimîne jî dîsa xwedî li çanda netewî derdikeve. Ji bo yekitîya netewî jî her dem rolekî girîng lîstiye."
KNK'ê di dawîya daxûyaniya xwe de got ku weke KNK, helwesta xelkê Êzîdî ya ji bo parastina yekitîya netewî û çanda kurd giring dibînin û bi vê hêvîye cejna Çarşêma Sor ya Êzdîyan ji dil û can pîroz dikin.
YEK-KOM li dijî êrîşan hişyar kir
Federasyona Komeleyên Kurd yê li Elmanyayê (YEK-KOM) jî bi munasebeta cejna Çarşema Sor daxuyaniyek da û ev cejn li hemû civata Êzîdî û gelê Kurd pîroz kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku cejna Çarşema Sor nirxeke dîrokî, çandî yê tevahiya gelê kurd e û parastin û pîrozkirin jî mafê her kurdî ye.
YEK-KOM´ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser hewldanên li dijî gelê kurd û Êzîdiyan û bang li hemû kurdan kir ku li hemberî lîstîkan hişyar bin û nehêlin ku yekîtiya gelê kurd were xirakirin. Di daxuyaniyê de weha hat gotin:" Ji serhildanên gelê kurd û grevên birçîbûnê ku nêzî 2 mehin didome îradeya gelê Kurd a ji bo azadiya Rêberê xwe daniye holê, rêveçûna sala 2012´an destnîşan dike. Ev sal sala diyarbûna man û nemanê ye. Kurdên Êzîdî jî weke beşekî gelê kurd, divê bi hişyarî tevbigerin. Ji ber vê yekê em dibêjin; îro ji her demê zêdetir pêdiviya me bi sazîbûn, rêxistinbûn û yekîtiyê heye. Li dijî hêzên dagirker û şerxwaz em tenê dikarin bi hêza rêxistinbûn û yekîtiyê nirxên xwe yên olî, civakî û dîrokî biparêzin û mafê xwe yê rewa bi kar bînin, her wiha di rêza mirovahiya pêşketî de cih bigirin.
HEWLÊR/DUSSELDORF