Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê der barê bûyerên şewitandinê yên roja înê li Zaxoyê dest pê kirin û başûrê Kurdistanê belav bûn de daxuyaniyekê weşand. KNK’ê bal kişand ku Gelê Kurd jî di nav de, gelên li herêmê teva di qonaxeke dîrokî re derbas dibin wiha domand; “Di vê qonaxa giring de, dîroka gelan, ji nû ve tê nivîsandin. Gelên li herêmê, ji bo jiyaneke bi rûmet, wekhevî û demokratîk dest bi têkoşînê kirine û berdêlên giranbiha jî didin. Gelê Kurd jî bi deh salan e ku vê têkoşînê dike û di têkoşîna dem dirêj de wek lehengê gelên herêmê derkete pêş. Lê gelê Kurd hîna dibin tehdîdan de ye. Herêma Başûr hîna jî, ji tehdîdên hêzên dagirker xelas nebûye. Mînakên vê jî pirr hene. Ev jî tê wateya ku hîna Kurdên çar parçeyên Kurdistanê dibin tehdîdan de ne û pêdiviya Kurdan, ji her kesî û ji her demê bêhtir bi dilsozî, birêzî û tifaqê heye.”

Van bûyeran Kurd xemgîn kirin 

KNK’ê got; “Bi vê pêwanê bûyerên dawî yên li herêma Behdînan qewimîn, dilê Kurdan teva dax da û xemgîn kir. Bûyerên nexweş ku, şewtandin û talankirin, êrîşa li dijî sazî û temsîliya partiyên siyasî, ligel Kurdên cîhanê tev, dilêşî û nerazîbûnek derxiste holê.
Em weke KNK’ê, êrîşa li dijî dîkan û hotel yên gel û li dijî şewtandina baregehên partiya Yekgirtûyê Îslamî ya Kurdistanê (YÎK), ji aliyê kê ve werê pêkanîn jî, erê nakin û bang li hêzên Başûr teva dikin ku di çarçoveya birêziya li hemberî hev û di çarçoveya berjewendiyên neteweyî de, werin cem hev û pirsgirêkê çareser bikin. Ji bo ku hêzên Kurd neyên lîstikên dijmin; pêwist e li gorî berjewendiyen teng, di çarçoveya kes û hizban de tevnegerin li gorî berjewendiyen neteweyî, li ser bingeha demokrasî û dadweriya civaki tevbigerin û xizmeta gel bikin. Pêwiste kesên ko destê wan heye bi ev pirsgirêk û şewtandina mehala gel û partiyan jî derbikevin pêşberî dadgehê.

Çareserî konferansan neteweyî ye
KNK’ê destnîşna kir ku çareserî tenê pêkanîna Konferansa Netewî ye û got; “Em weke KNKe, çaraseriya herî baş di pekanîna Konferansa Neteweyî de dîbinin. Di vê dema nazik û dîrokî de, pêwistiya hemu Kurdan di pêkanîna Konfernasa Netewî de heye û pêwiste her hêz û her rêxisitn, ji bo vê jî kar û xebatê bike. Di vê qonaxa dîrokî de, ku herêm teva ketiye nava lêgerîn û qerqeşûnên mezin, pêdiviya Kurdan teva, bi Yekîtiya Neteweyî heye.”

Ji bo hêzên Başûr bang

KNK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de got; “Helbet, gelek hêviyên ku ji desthilatdarî û muxalefeta Herêma Kurdistanê têne kirin hene û pêwiste di nava yekîtiyeke dilsoz de tevbigerin; ji aliyekî ve demokrasî bi hêz bikin, di parastina nirxên civakî û berjewendiyên neteweyî de xwedî helwesteke yekgirtî bin. Bi misyon û rola pêkanîna Yekîtiya Neteweyî jî rabin û bi hêzên çar parçeyên Kurdistanê re bo Konfernasa Neteweyî têkiliyan deynin. Car din em weke KNKe bang li partî, muxalefet û desthilatdariya Herêma Federal a başûrê Kurdistanê teva dikin ku, bi hestên neteweyî, birêzî û hemdemî werin cem hev û çareseriyeke aqlê selîm bibînin, car din rûpelên dîroka kujer û bêbext venekin. Dîsa em weke KNK’ê bang li hêzên Kurdan teva dikin ku, ji bo Yekîtiya Neteweyî dilsoz tevbigerin û bêyî dereng bimînin gavên ji bo Konferansa Neteweyî biavêjin.”

ANF/BRUKSEL