KNK'e, bang li sazî û dezgehên netweyî kir ku, di 1ê Gulanê û Cejna Zimanê Kurdî,  di 14-15 û 16’ê Gulanê de pîrizbahiyên girseyî lidarbixe û daxwaêzn xwe bîne ziman.
KNK'e, pêvajoya îro ya têkoşîna gelê Kurd jî nirxand û got: "Têkoşîna gelê Kurd gihaye merhaleya serketinê. Ev qonaxe di hemû şoreş û têkoşînan de gelek bi êş û jan derbas dibin. Dewleta Tirk, li hemberî pêşkektina bizava neteweyî ya li bakur ketiye nav panîkek mezin û di hemû bask û waran de êrişên xwe dijwar kirine. 9 meh in, ku hevdîtinên ligel  birêz Abdullah Ocalan  têne astengkirin. Lê gelê Kurd jî bi dînamîzmeke rêxisitnî dijberiya xwe nîşan dide."
KNK'e dazanîn ku hikûmeta AKP'ê niha jî dixwaze bi riya mezhebî, hevakriyên nû ava bikin û li dijî Haraketa Kurd şer dijwar bikin. KNK'e, destnîşan kir ku Îran jî polîtîkaya  mezhebî dimeşîne û li dijî îradeya gelê Kurd serî  li riyên bextreşiyê dide.
   
'Hedefa Tirkiyeyê gelê Kurd e'

Konseya Rêvebir a KNK'ê, destnîşan kir ku piştî destketinên li başûrê Kurdistanê, li rojavayê Kurdistanê jî rewşeke erênî derketiye meydanê û wiha hate berdewam kirin: "Amerîka jî di nav de, hemû cîhana rojavayî,  di nava hewldanan de ne ku li Sûriye guherîneke bingehîn çêbibe.  Bizava Neteweyî li rojavayê Kurdistanê wek  hêzeke dînamîk  derketiye holê û roleke pêşeng dileyize."
KNK'ê got dewleta Tirk, destdirêjiyan li prosesa guhertina li Sûriyeyê dike û dixwaze li dijî destkeityên Kurdan diwarekî ava bike û got: "Dive Kurdên li rojavayî yekîtiya xwe sazkar bikin û Kurdên  çar parçeyên din jî aktîf destekê bidin wan."

'Kurdistan navenda Rojhilata Navîn e'
KNK destnîşan kir ku Kurdistan navenda cîhanê û Rojhilata Navîn e û got: "Eger statuya siyasî ya gelê Kurd neyê misoger kirin, aştî li Rojhilata Navîn pêk naye. li Tikriyeyê jî eger daxwazên gelê Kurd, Azadiya Birêz Abdullah Acalan jî di nav de, girtiyên siyasî teva serbest neyê berdan, aştî pêk naye û demokratîkbûn jî çênabe. Amerîka jî di navd e, pêwiste cîhan, çarenûsa Kurdistaniyan qebûl bike."
Konseya Rêvebir a KNK'ê, yekîtiya netweyî wek şartê nebê nabe bi nav kir û bang li tevahiya hêzên Kurdistanî kir ku di vêpêvajoya dîrokî de tifaqa xwe bikin yek û bi yek dengî xwedî li îradeya xwe ya siyasî derbikevin.
KNK'e bang li Kurdên diaspora jî kir ku di têkoşîna gelê Kurd a azadiyê de, bi giyana şorşegerî haraket bikin û mîna di Newroza 2012'an de detsnîşan kir li dijî hêzên dagierker berxwedane bike.

Çalakiya grêva birçîbûnê silav kir
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê çalekgerên greva birçîbûna li Strasborug û zidnaên Tirkiyê jî silav kir û got: Pêwiste gelê li derveyî welat, pirranî li ewropa bi têkoşînên cûda berxwedana xwe bidomîne û vijdanê raya giştî ya Ewropa şiyar bike.
 KNK bangî dewleta Tirk jî kir ku,di serî de serokê PKKê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên polîtîk yên doza Kurd û Kurdistanê serbest berbidin û operasyonên siyasî û eskerî bidin rawestanidn û ji bo çareseirya pirsgirêka Kurd diyalogê bide dest pê kirin.
KNK bang li dewleta Sûriyeyê kir ku, ligel opozisyona Kurdistanê rûne û daxwazên gelê Kurd di çaçroveya xwesriya demokrtaîk de erê bike û misoger bike.
Her wiha KNK'ê  bang li hikûmeta Bexdayê û Serokwezîrê Iraqê Nûrî  El Malikî jî kir ku, daxwazên Kurdistana Federal bi rengekî dostane qebûl bikin û pêdiviyên Destura Bingehîn de bi cih bîne.
KNK herî dawî bang li hemû Kurd û Kurdistaniyan kir ku,  ji bo bibin bersiva pêvajoya dîrokî pêwiste yekîtiya neteweyî rojekê berî rojekê sazkar bikin û daxwazên xwe yên neteweyî û demokratîk bi hêz bikin.  n ANF/BRUKSEL