KNK’ê di daxuyaniyê de komkujiyên ku di dema Sedam Huseyîn de li dijî gelê kurd pêk hatine şermezar kir.  Her wiha KNK’ê diyar kir ku, ku ji bo komkujî li dijî gelê kurd pêk neyên pêwîste di demekî kin de Konferansa Netewî were lidarxistin. Kongreya Netewî ya Kurdistanê(KNK) ji bo 24. salvegera Enfalê ya di 21’ê Sibata sala 1988’an ji aliyê Serok Dewletê berê yê Iraqê ku hate darvekirin Sedam Huseyîn ve pêk hatiye daxuyaniyek da. KNK´ê di daxuyaniyê de ji hemû malbatên wan û gelê Kurd re sersaxî xwest.

‘Qirkirinên li dijî kurdan bi dawî nebûn’

KNK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku qirkirinên li dijî kurdan îro jî dewam dikin û gelê kurd ji qirkirinên dagirkeran rizgar nebûye. KNK’e ragihand ku ew weke KNK, kiryarên tîranê sedsalê Sedam Huseyin bi tundî şermezar dikin, kesên di tevahiya Enfalê de jiyana xwe ji dest dane bi dilsozî bibîrtînin.
KNK´ê di daxuyaniyê de weha got: “Mixabin dijiminên dagirkerên Kurdistanê îro jî, li dijî gelê Kurd qirkirinan dixin dewrê. Yek ji van dagirkeran dewletan jî Tirkiyê ye. Dewleta Tirkiyê jî, bi hişmendî û rêxistiniya Cemaetê û desthilatdariya ku xwe weke pêsengên cîhana îslamê dibînin, bi navên ´paqijîyê´, gelê Kurd bi çekên kimyewî û bombayên napalmê qir dikin... Dîse, mîratzadeyên rejîma Baasê û sagirtên Sedam Huseyin, li Tirkiyê, bi desthilatdariya AKPê re di nava têkiliyan de ne û dixwazin bi hevkariyên qirêj û gemarî, li dijî gelê Kurd siyasetên tunekirin û qirkirinê amade bikin."

Li dijî qirkirinan banga yekîtiyê
KNK´ê di daxuyaniyê de li hemberî van hewldanên qirkirinê banga hişyarî û yekîtiyê kir. KNK´ê li dijî van hewldanan xwest ku di demeke kin de Konferansa Newetî pêk were. Daxuyanî weha dewam dike: "Pêwiste gelê Kurd jî bas zanibe ku dîrok jî, sosyolojî jî alîgir in. Pêwiste Gelê Kurd, piştî qirkirinên Enfalan, bikaranîna çekên kimyewî li Halepçê, qirkirina li Dola Cafê, bikaranîna çekên kimyewî li Geliyê Tiyarê, komkujiya li Roboskî, rastiya dijminên dagirker fêm kiribe û li gorî wê jî gavên xwe biavêje... Bi vê mebestê em bang li tevahiya gelê Kurd, yên çar parçeyan û tevahiya rêxistin û hêzên siyasî yên Kurd dikin ku, rûdêna rast ya dijminên dagirker bibînin û ji qirkirinên Enfalan dersan bistînin. Di demeke kin de, bi Konferansa Neteweyî gaveke dilsoziya li gorî berjewendiyên giştî ya gelê Kurd biavêjin.”

BRUKSEL




Enfal hate protestokirin

Li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Federal a Kurdistanê Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê bi meşeke meşaleyî enfal şermezarkirin.
Bi munasebeta salvegera Enfalê, ya komkujiya rejîma Saddam a li dijî kurdan, li bajarê Silêmanî çalakiyeke protestoyî ya girseyî hate lidarxistin.  Bi sedan ciwanên ku li Silêmaniyê ya Herêma Federal a Kurdistanê civiyan enfala 1988'an bi meşeke meşaleyî şermezar kirin. Ciwanên ku ji kolana Saholekê dest bi meşê kirin, li girtîgeha Emnemensurekeya ku ji dema Baasê maye bidawî kirin. Beşdarên meşê bê navber slogan gotin û komkujiyên li dijî kurdan şermezar kirin. Di meşê de tevî pankartan, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hatin hildan.

Komkujî îro jî dewam dike

Piştî meşê li ser navê Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Dana Arif daxuyanî da û got; "Di seranserî dîrokê de gelê kurd rastî komkujiyan hatiye."
Arîf komkujiyên weke Serdeşt, Sinê, Dêrsim, Helepçe û Roboskiyê yên li dijî kurdan pêk hatine bibîr anîn û anî ziman ku komkujî weke doh îro jî dewam dikin. Arîf di berdewama daxuyaniyê de wiha got: "Enfal niha hem di warê pratîkî û hem jî di warê zihniyetê de didome. Li bakurê Kurdistanê Cemeeta Fetullah Gulen û AKP li ser gelê kurd qirkirina siyasî pêk tîne. Li dijî vê yekê jî berxwedana gelê kurd ya bê hempa her ku diçe belav dibe."

Ji bo êrîşa li Hewlêrê nerazîbûn

Arîf di axaftina xwe de her weha bal kişand ser êrîşa ku li Hewlêrê li dijî çalakvanên greva birçîbûnê pêk hatibû û di vê mijarê de jî weha axivî:" Di pêvajoyeke ewqas girîng de li dijî çalakvanên ku li Hewlêrê ketine greva birçîbûnê asayîşa KDP'ê êrîşeke li dijî-exlaqî pêk ani. Di vê pêvajoya ku li ser gelê kurd komkujî tê ferzkirin de ev êrîş bi gotinên Mesut Barzanî re lihev nagirin. Divê li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo ti kes bêdeng nemîne."

DÎHA/SILÊMANÎ