
Di civînê de dê rewşa rojavayê Kurdistanê bê gotûbêjkirin. Konferansa ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ve tê lidaxistin, dê roja 13’ê cotemehê bê pêk bê.
Li gorî daxuyaniya ji aliyê KNK’ê ve hate dayîn, konferans dê beşdariya rêxistin û partiyên ji her çar parçeyên Kurdistanê û rewşenbîrên Kurd pêk bê. Dê di civînê de nunerên partiyên rojavayê Kurdistanê û endamên Desteya Bilind a Kurdan (DBK) jî amade bibin.
Her wiha, dê nunerên gelên Asurî, Suryanî, Keldanî û Ermenî jî beşdar bibin. Ji Bakûrê Kurdistanê jî dê nunerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û BDP’ê jî amade bibin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di nava beşdaran de ji 5 kes ji 10 endamên Desteya Bilind a Kurdan Salih Muslîm, Ehmed Silêman, Sînem Muhemed, Asya Ebdullah û Nesretdîn Îbrahîm, Serokê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Sûriyeyê Hemîd Hacî Derwêş, ji Bakûrê Kurdistanê jî Hevserokên KCD’ê Aysel Tûglûk û Ahmet Turk, ji Başûrê Kurdistanê jî Serokê Yekitiya Parlementerên Kurd Nîmet Ebdullah jî hene.
Banga piştgiriyê
KNK’ê da zanîn ku wana hin muxalîfên Ereb û dostên Frensî jî vexwendine. KNK’ê destnîşan kir ku rojavayê Kurdistanê di pêvajoyek taybet de ye û bal kişand ku piraniya bajarên rojavayê Kurdistanê ji aliyê Kurdan ve tên birêvebirin.
KNK’ê bang li hemû gelê Kurd kir ku piştgirî bidin gelê rojavayê Kurdistanê û got; “Piştgirî û piştevaniya tenê bi axaftinê nabe. Hêzên Rojava yekitiya xwe çêkiirine. Divê hêzên din ên Kurdan ên li parçeyên din bi helwestek hevpar piştgirî bidin vê yekitiyê. Bi taybet rola Kurdên li derveyê welêt ji bo vê yekê girîng e.”
Di civînê de tê plankirin ku helwestek hevpar bê nîşandan. KNK’ê da zanîn ku ger ji aliyê hemû beşdarên civînê ve bê qebûlkirin, ew dixwazin komîteyek a piştevaniyê jî ava bikin.
Beriya civînê, dê êvara 12’ê cotmehê resepsiyonek bê dayîn. Dê axaftina vekirina civînê 13’ê cotmehê, saet di 09.00 de ji aliyÊ Serokê KNK’ê Tahir Kemalîzade û nunerên Desteya Bilind a rojavayê Kurdistanê ve bê kirin.
Civînê dê heta saet 18.00’an berdewam bike, piştî axaftinên beşdaran dê biryar bên dayîn û encamnameya konferansê bê aşkerekirin.
ANF/PARÎS
Cejna Cemaya Laleşê pîroz kir
Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî a Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê Cejna Cema ya Laleşa Nîranî pîroz kir û banga piştevaniyê ji bo Çira TV kir.
KNK’ê got; “Gelê Kurd, bi bawerî û pîroziyên cûda û jiyaneke hevpar ya wekhevî û dilsozî tê naskirin. Di herka dîroka mirovahiyê de, xaka Kurdistanê bûye cihê baweriyên cûda, gelên cûda û jiyanek hevpar ya bi rûmet.”
Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî a Kurdistanê (KNK) diyar kir, “Cejna Cema ya Laleşa Nûranî jî, yek ji van nirx û pîroziyên ku ji aliyê civaka Êzdî ve hatiye parastine. Em bi vê bîrûbaweriyê cejna Cema ya Laleşa Pîroz li civaka Êzdî û tevahiya gelê Kurd pîroz dikin. Pêwiste her kes zanibe ku parastina nirxên civakî û pîroz, tê wateya parastina nirxên tevahiya mirovahiyê.”
KNK’ê got; “Civaka Êzdî, xwedî çandeke qedîm e. Hemberî ku di herka dîrokê de rastî gelek qirkirinên civakî û kulturî hatiye jî, nirxên gelê Kurd, yên baweriya qedîm ya Êzdayetiyê parastine û gihandine qonaxa îro. Îro jî, tevahiya gelê kurd, xwe berpirsiyarê parastina van nirxên giranbiha dibîne.”
Daxuyanî wiha didome; “Baş tê zanîn ku gelê Kurd, di têkoşîna 30 salên dawî de, giha qonaxa xwedî derketina li nirx û pîroziyên xwe. Di heman demê de hişmendiya yekîtiya xwe û xwedî derketina li jiyana hevpar ya bi rûmet. Îro, hêviyên azadiyê mezin bûne û di vê pêvajoya dîrokî de, her roja diçe bêhtirîn bingeha jiyaneke bi rûmet ava dike.
Di gihiştina vê qonaxa dîrokî de, rol û misyona civaka Êzdî mezin e û hîna jî vê rol û misyona xwe ya dîrokî dilîze. Ev cihê şanazî û serbilindiyê ye.”
KNK’ê banga xwedîderketina li Çira TV kir û got; “Civaka Êzdî bi vekirina Çira TV jî, pengaveke dîrokî avêt û da xuya kirin ku ewê di paşerojan de li çanda qedîm, li nirx û pîroziyên ola Ezdayetî xwedî derbikeve.
Em bi van bîrûbaweriyan car din Cejna Cema ya Laleşa Nuranî pîroz dikin û bang li tevahiya gelê Kurd dikin ku, bêhtir ji her demê tê têkoşîna li dijî dijminê dagirker de cihê xwe bigire.”