Konferans bi serenavê ‘Li Rojhilata Navîn aktorekî nû: Ji faktora îstiqrarê ber bi faktorê demokratîkbûyînê ve, Kurd‘ tê organîzekirin.

Bi konferansê re bi taybetî tê xwestin ku rewşa Kurdan a piştî berxwedana Şengal û Kobanê û rola wan a Rojhilata Navîn bê nîqaşkirin.

Konferans we îro destpê dike. Di beşa destpêkê de wê mijarên; ‘Di ji nû ve avakirina Rojhilata Navîn de rola Kurdan a hatiye guhertin’ rewşa Kurdan a di navbera sedsala 20’an û roja Îro de were nirxandin. Di vê beşê de wê Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç û ji endamên Navenda Pêşvebirinê ya Amerîka Prof. Dr. Mîchael Werz pêşkêşiyê bikin.

Di beşa duyemîn a konferansê de wê bê nîqaşkirin ku Rojava karibe ji Sûriye û welatên din ên Rojhilata Navîn re bibe modela xweseriyê yan na. Di vê beşe de wê ji nûnerên Ewropayê yên Rêvebriya Xweseriya Demokratîk a Rojava Sînem Mûhammed û ji rojnameya Frankfurta Allgemeine Zeitung Raîner Hermann li ser modela Rojava nêrînên xwe parve bikin.Di beşa piştî nîvro de jî wê gelek dîplomat, siyasetmedar û zanyar pêşkêşiyan bikin.

Pêşkêşiya ji aliyê daxwaza mafan a Başûrê Kurdistan, piştperdeya van daxwazan û şensê serketinê yê vê yekê, wê ji aliyê Serokê Navenda Lêkolînê ya Rojhilata Navîn a Hewlêrê Prof. Dilaver Ala’Aldeen û dîplomatê Awûstûryayî nûnerê berê yê NATO Dr. Karl Schramek ve bê kirin.

Di beşa çaremîn a konferansê de wê li ser mijara ‘Tirkiye li Rojhilata Navîn hêza hegemon e yan jî mîna demokrasiyê ye’ bê rawestîn. Her wiha wê qewimînên dema dawî û bandora hilbijartinên 7’ê Hezîranê li pêvajoya aştiyê were nirxandin. Di vê beşê de wê Parlamenterê HDP’ê yê Çewlikê Hişyar Ozsoy û nûnera Tiriyeyê ya Koma Krîzê ya Navneteweyî Nîgar Goksel mafê axaftinê bigirin.

Di beşa pêncemîn û dawî ya konferansê de wê ‘rewşa xetimandî ya polîtîka Elmanya ya li ser Kurdan’ were nîqaşkirin û di vê beşê de guhertinên di vê polîtîkayê de û bandora polîtîka derve ya Elmanya bê nirxandin. Di vê beşê de wê ji Weqfa Zanistî û Polîtîkayê Dr. Gunter Seufeert û endamê Partiya Çep ê Meclîsa Federal a Elmanyayê (Die Linke) Jan von Aken biaxivin.

Konferans wê sibe saet di 09:00 de li Berlînê li navnîşana Relexa Hotel Stuttgarter Hof, Raum Berlin 1+2 destpê bike.  


Di 25-27’ê Îlonê de Civata Giştî pêk tê

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), di 25-26-27’ê Îlonê de kombûna xwe ya salane ya Civata Giştî, li paytexta Belçîka Brukselê pêk tîne. Konseya Rêveber a KNK’ê der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ji bo vê kombûna 3 rojan, ji seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê, endamên KNK’ê û gelek kesayetên polîtîk û ronakbîrî, her wiha berpirsiyarên partî û rêxistinên polîtîk hatine vexwendin.  Rûniştina destpêkê ya kombûnê roja 25’ê Îlona 2015’an saet di 13:00 de destpê bike û li ser mijarên, „Rewşa Kurd û Kurdistanê, Pêşketinên Siyasî yên Rojhilata Navîn û Cîhanê, Polîtîka û Yekîtiya Neteweyî“ analîz werin kirin. Di daxuyaniyê de ji bo saziyên çapemeniyê yên dixwazin Civata Giştî bişopînin hat gotin, ku divê serî li navenda giştî ya KNK’ê bidin. 


 BERLÎN/BRUKSEL