
Di daxuyaniya hikûmetê û FARC’ê ya hevpar de hat diyarkirin ku ji bo peymana nû komên nû tev li navbênkariyê hatiye kirin. Serokdewletê Kolombiya Juan Manuel Santos ku piştî peymana aştiyê Xelata Aştiyê ya Nobelê bi dest xist, diyar kir ku ev peyman ji ya berê baştir e. Serokê muzakereya hikûmetê Humberto de la Calle û Serokê Muzakereya FARC’ê Luciano Marin, li Paytextê Kuba Havana yê peyman îmze kirin.
BOGOTA