Koordînasyona Komalên Ciwan bi daxuyaniyeke nivîskî, der barê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê ya li Bakurê Kurdistanê û berxwedana Kobanê de bang li ciwanên Kurd kir. Koordînasyona Komalên Ciwan da xuyakirin ku dewleta Tirk bi destekdayîna çeteyên êrîşî Kobanê dikin re, êrîşî destketiyên li Bakurê Kurdistanê dike û destnîşan kir ku berxwedan û şoreşa Kobanê parçeyek ji şoreşa Bakurê Kurdistanê ye. Koordînasyonê got, “Pêşketinên şoreşgerî yên li her du parçeyên Kurdistanê mîna goşt û hestî bi hev ve girêdayî ne, yek in.” Rêxistina ciwanan diyar kir ku dibistanên Kurdî yên hatine vekirin destketiyeke girîng a nirxên bi salane li Bakurê Kurdistanê hatine afirandine û got, “Ev yek ji alternatîfbûyînê wêdetir, li dijî sîstemap erwerdeya mêtînger, rewşa herî rewa ya jîndarkirin û parastina hebûna çand û zimanê xwe ye.”

Daxuyaniya Koordînasyona Komalên Ciwan wiha dewam kir: “Di parastina dibistanan de pêwîste ciwanên Kurdistanê rola xwe ya pêşeng bileyzin û li her cihî parastina vê bikin. Şertê yekemîn ê naskirina gelekî, naskirina ziman e. Hînê li hemberî zimanê me yê di ti organeke dewletê de nayê naskirin, bi gotina ‘li dijî hiqûqê’ bersiv tê dayîn. Divê li hemberî mejiyê ku vê bersivê dide ev yek bê destnîşankirin: Hiqûqa me nas nake, em jî wê nas nakin. Pêwîste ciwanên Kurdistanê parêzvanên herî aktîf ên nirxên şoreşa li Bakurê Kurdistanê bin. ”

ANF/BEHDÎNAN