Hejmara nû ya kovara teorî û bîrdoziyê Komunar a ku ji sê mahan carekê ji aliyê şagirtên Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve li qadên gerîla tê amadekirin derket. Hejmara nû ya Komunarê li qadên gerîla tê belavkirin. Komunar ji sala 2005’an û vir ve ye li ser mijarên wekî dîrok û civak, jin, rejîma heqîqetê, çand û huner, ekolojî-ekonomî û hwd de ev 10 sal in di nav weşanên jêneger ên ku gerîla dişopînin de ye. Komunar li Herêmên Parastina Medyayê bi Kurdî, Tirkî û erebî tê amadekirin û çapkirin. MIJARÊN HEJMARA DAWÎ Di hejmara dawî ya Komunarê de sernavên herî derdikevin pêş ev in; ‘Kirûya rêveberiyê û pirsgirêkên birêxistinkirina jiyana civakî’, ‘Rêveberiya ku xwe dispêre polîtîka û exlaqê’, ‘Li ser hêz, rêveberî û desthilatdariyê’, ‘Rêveberiya cewherî-rêveberiya biyanî’, ‘Demokrasî bi rê ve dibe dewlet îdare dike’, ‘Bandorên şêweya rêveberiyê yên lis er înşaayê’, ‘Em bi şêweya Apogeriyê rastiya rêveberiya xwe bigirin dest û çareseriyan biafirînin’, ‘Feraseta rêveberiya etîk-estetîk’ û ‘Rastiya rêveberiya Apoger û kolektîvîzm’.
Jênegera gerîlayan
Komunara ku ji aliyê endam û şagirtên Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve ji sê mehan careke tê amadekirin ji aliyê bi hezaran gerîlayan ve bi awayekî bi rêk û pêk tê şopandin. Ji bo kovarê di serî de ji hemû rêxistin, beş, dibistan û akademiyên Herêmên Parastina Medyayê û ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo kovarê nivîs tên ber destên wan. Edîtoran di nivîsa pêşekê de diyar kiriye ku ew herî zêde ji pirtûk û berhemên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sûdê werdigirin û wiha tê gotin: “Bi Komunarê me deh salan li dû xwe hiştin. Hem bi hejmara nû û hem jî bi saleke nû em dîsa bi hev re ne. Me di nava van deh salan de gelek dosya û mijarên girîng bi were parve kirin. Di dosyaya xwe ya vê hejmarê de em li ser ‘Rastiya Rêveberiya Apogeriyê’ rawestiyan. Mijareke girîng û tevlihev e. Lê ligel vê serwextbûna li vê mijarê jê gelek girîng e ku îro roj di warê gelek tengavinên em dikişînin de dê ev mijar rêveker be.
Di dosyayê de ji paşerojê ber bi pêşerojê bê ka rêveberî ji aliyê Rêbertiya me ve çawa hatiye dahûrandin û şîrovekirin, çawa rexne lê aniye û ya nû çi ye em li ser van mijaran hûr bûn. Me hewl da ku lê serwext bibin û serwext bikin.” Edîtoryayê di berdewama nivîsê de bi lêv dike ku di warê mijarên girtine dest de û nivîsand de helbet ew ê aliyên kêm mabin û vê yekê wiha tîne ziman: “Me bi vê hejmarê hewl da ku pirsgirêka rêveberiyê daynin holê, ev kirûya ku ji aliyê Rêberiya me û Tevgera me ve her tim tê nirxandin, dibe mijara renxeyê me hewl da ku bi hejmara xwe ya 63’yemîn bi we re parve bikin.” Sernav û mijarên ku di kovarê de cih digirin jî di esasê xwe de encamên ders û nîqaşên ku di Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan de derdikevin holê ne.
Xwendina paşeroj û pêşerojê
Kovara Komunarê ku zêde cih nade geşedanên rojane yên siyasî û polîtîk, ji van mijaran zêdetir xwe daqûlî dîroka mirovahiyê dike, lê dikole û cih dide mijarên li ser pêşerojeke wekhev û azad a mirovahiyê. Di kovara ku mijarên lêkolîn û analîzî zêdetir in de zimanekî hêsan ê ku her kes pê bixwîne fêm bike tê bikaranîn. Gelek mijarên ku akademî û akademîsyenên ku ji nedîtî ve hatine yan jî nehatine dîtin, di Komunarê de bê tirs û fikare tên parvekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN