Di salvegera komkujiya Roboskiyê de bi 10 hezaran kes li Roboskiyê kom bûn û komkujî şermezar kirin. Dayikên Roboskiyî kincên reş li xwe kirin û wêneyên zarokên xwe hembêz kirin. Di birnameyê de Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattin Demîrtaş, wiha got: "Divê Kurdistana Kurdan hebe ku hesabê komkujiya Roboskiyê bê pirsîn." Hevserokê Giştî yê KCD'ê Ahmet Turk jî anî ziman ku gelê kurd tu carî li hemberî vê zulmê serî danenî û wê tu carî serî danîne.

Bi minasebeta salvegera komkujiya Roboskî ku di 28'ê Kanuna 2011'an bi balafirên artêşa Tirk pêk hatibû û 19 ji wan zarok, 34 sivîl jiyana xwe ji dest dabû li gelek deran çalakiyên bîranînê pêk hatin. Li Kurdistanê jiyan rawestiya û ji bo protestokirina komkujiyê li bajêr û navçeyan derebeyên dikanan hatin girtin, dibistan hatin boykotkirin û li mal û avahiyan paçên reş hatin girêdan.
Li gundê Roboskî yê navçeya Şirnex Qilebanê,  li cihê komkujiyê jî ji bo protestokirina komkujiyê meş û çalakiyek girseyî hate lidarxistin û ji kûjeran hesab hate pirsîn. Bi 10 hezaran kes herikîn gundê Roboskiyê. Di serî de herêma Botanê, ji gelek bajaran bi hezaran kes doh serê sibê li ber avahiya Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê kom bûn û sloganên "Şehîd namirin" gotin. Girseyê paşê bi wesayîtan ber bi Roboskiyê ve derket rê. Hevserokên Giştîyên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gulten Kişanak, Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk û wekîl û şarêdarên BDP'ê û hunermend, ber bi Roboskiyê ve ketin ser rê. Paşê li nêzî Roboskî dest bi meşê kirin. Di meşê de nûner û rêveberên MAZLUMDER, ÎHD, Meclisa Aşityê ya Tirkiyeyê, BDP, HDK, DTK, Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalist û gelek saziyên din jî amade bûn.
Li aliyê din balafirên HERON bê navber li herêmê firiyan. Malbat û xizmên ku zarokên wan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, wêneyên xizmên xwe hembêz kirin û hatin li Qada Seha Xalîçe kom bûn. Malbatên ku ketin rêzê û mêvan pêşwazî kirin hev hembêz kirin. Girseya ku li wir kom bû bê navber sloganên "Qatîl Erdogan", "Şehid namirin" gotin. Girsê pankartên "Me Roboskî ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin" û "Ruyê rastîn yê Erdogan li vir e" vekirin.

Turk: Me tu carî komkujî ji bîr nekir

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, bi kurdî û tirkî axivî û sersaxî ji xelkê Roboskiyê xwest. Turk anî ziman ku yekemîn salvegera komkujiya Roboskiyê ye, lê wan tu carî ev yek ji bîr nekiriye. Turk, diyarkir ku bi salan e li ser gelê kurd zilm heye û tu carî gelê kurd li hemberî vê zilmê serî netewandiye û tu carî wê li hemberî zilmê serî daneynin. Turk, anî ziman ku her tim, aştî, edalet û azadiyê dixwazin û wiha got: "Em dixwazin mafê gelê kurd yê statu, nasname, çand û ziman bê nasîn û bê parastin. Em dixwazin hesap bê pirsîn û edalet cihê xwe bibîne."
Turk diyarkir ku  gelê kurd hem li Tirkiyeyê û hem jî li Rojhilata navîn her tim rastî politîkayên înkar û îmhayê hatiye û sedema pirsgirêkê jî neçareseriya pirsgirêka kurd e. Turk, xwest ji bo aştî û çareseriyê her kes bi reng û ruyê xwe bijî û karibe nirxên xwe biparêzin. Turk, bang li her kesî kir û xwest guh bidin wîjdanê xwe û li dijî zilm û neheqiyê derkevin. Turk, bang li gelê kurd û tirk kir û xwest têkoşîna xwe bilind bikin û yekîtiya xwe xurt bikin. Turk anî ziman ku ewê her tim êşa dayikên Roboskiyê parve bikin û li doza wan xwedî dekevin.

Demîrtaş: Nikarin bi ser komkujiyê bigirin

Hevserokê Giştî yê BDP'e Selahattin Demîrtaş jî diyar kir ku di 1'emîn salvegera komkujiya Roboskiyê de dîsa li virin û wiha got: "Sala par em bi 10 hezaran li vir bûn. Em dîsa bi 10 hezaran li vir in. Xwestin ser komkujiyê bigirin, lê em destûrê nadin vê yekê. Ji ber ku me zanîbû wê ser vê komkujiyê veşêrin em bi şopa wê ketin. Em ji bo vê komkujiyê nekin malê gelê tirk em bi dostê xwe re li hemberî hikûmeta AKP'e li virin. Der barê komkujiya Roboskiyê de her tişt hate gotin. Lê tenê Recep Tayyip Erdogan lêborîn nexwest. Dibe ku Erdogan vê komkujiyê veşêre. Lê bi hezaran kes şahidê vê yekê ne. Qeymeqamê Qilebanê her tiştî baş dizane. Nefikirin ku hate xelatkirin û şandin rojava, ew hate sirgûnkirin. Qeymeqam Kurdeki ji Mûşê ye. Qeymeqam bi xwe got me delîl kom kir û emê ronî bikin. Em li benda mufetîşan in. Got me hemû delîl kom kirin û dan dozger. Lê piştî van gotinan Qeymeqam naaxive. Em dipirsin ka ew dilîl bi kuve çûn? Polîs û dozgerê çi kirin ji wan delîlan? Ew axaftinên bi kuve çûn? Çima hûn encama wan delîlan aşkere nakin? "

Berpirsyar Erdogan e

Demîrtaş, anî ziman ku ji ber Serokwezîr Erdogan fermana lêdanê daye, berpirsiyarê komkujiyê Erdogan e, lê heta niha bêdeng dimîne. Demîrtaş wiha berdewam kir: "Fermana vê komkujiyê Tayyip Erdogan da. Ji ber vê yekê dixwaze ser wê veşêre. Ev pir aşkere ye. Erdogan 34 caran sûcê muebbetê yê hepsê kiriye. Erdogan bi xwe fermana balafirên şer daye. Fermandarê Hewayî, Bejayî û Serokwezîr bixwe ev ferman dane... Lê dîsa hikûmet û Serowezîr bi gotinên xwe dixwaze komkujiyê biparêze û ser wê veşêre. "
Demîrtaê diyar kir ku ew ji dozger û dadgeran edaletê naxwazin, ji ber ew dizanin ku edaleta wan tune ye. Demîrtaş destnîşankir ku wê bi berxwedanê hesab bipirsin. Hevserokê BDP´ê da zanîn ku lazim e her tiştî aşkere bêjin û wiha got: "Wê demê tiştê ku para kurdan dikeve tenê divê welatê wan hebe. Ji bo ku dewleta Kurdan tune ye û Kurdistana fermî tune ye zilmê li kurdan dikin. Wê demê divê kurd vê yekê pêk bînin. Çi xweser û çi federal divê dewleta xwe ava bikin. Divê Kurdistana Kurdan hebe ku hesapê komkujiya Roboskiyê bipirsin... Heta hesabê hezaran kurdên bi şeref û rûmet ku li ser vê axê hatine kuştin neyê pirsîn hesabê Roboskiyê jî nayê pirsîn. Ev meseleya Kurdistanê ye. Sedema komkujiyê dixwazin rê li pêş Kurdistanê bigirin. Divê gelê kurd vê yekê rast û baş fam bike û yekîtiya xwe û têkoşîna xwe bêtir xurt bike. Divê bi rêxistinî bersîva vê yekê bidin."

'Berxwedana gel wê hesap bipirse'

Li ser navê HDK'ê jî parlamenterê BDP´ê Ertugrul Kurkçu axivî. Kurkçu anî ziman ku salek berê ji bo hesap ji komkujiyê bipirsin hatin Roboskê û niha dîsa ji bo hesap bipirsin li Roboskiyê ne. Kurkçu, anî ziman ku ji bo hevî û yekîtiya hevpar parçe bikin li ser gelê Roboskiyê bombe barandin. Kurkçu, da zanîn ku ev komkujî li dijî yekîtî û hevpariyê pêk hatiye. Kurkçu, diyarkir ku dixwazin gelê kurd tenê bilêhin, lê wê tu carî tenê nemînin.

Tunç: Roboskî berdewama komkujiyên din e

Hunermend Ferhat Tunc jî diyar kir ku êşa Dêrsimê bi komkujiya Roboskiyê hatiye nûkirin û weha axivî: "Em komkujiya Roboskiyê ji ya Dêrsimê cûdatir nabînin. Dema ku ji Dêrsimê 'lêborîn' xwestin divê ku gelê kurd li Roboskî nekuştiban. Kesên ku li hemberî bombebarana ku ji aliyê Sabîha Gokçen ku li Dêrsimê pêk anîn derketin, diviyabû dema ku Fermandariya hêzên Hewayî ku zarokên me qetikirin nehatibana xelatkirin. Ev rastî dide xuyakirin ku, dîroka komarê dîroka komkujiyan e." Tunc diyar kir ku tu lêborîn êşê kêm nake.
Paşê peyama ku ji aliyê saziyên Dêrsimê hate xwendin û wiha hat gotin: "Roboskê rûpela nû ya manîfestoya têkoşînê ye. Em dizanin ku xwedîderketina li Roboskiyê berxwedana li hemberî zilmên nû ye."
Dûre ji bo nimêja Înê bi hezaran kes li qada fotbulê ref girêdan. Paşê bi hezaran kes ber bi gorên qurbanên komkujiya Roboskiyê ku niv saet ji gund dûrbû meşiyan. Di meşê de hertim li dijî Erdogan û AKP'ê slogan hatin gotin. Di mêşê de wêneyê kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin hildan û alên KCK'ê hatin vekirin. Li ser gorê deqeyek rêz hate girtin.

DÎHA/ŞIRNEX




Li her derê çalakî

Di salvegera komkujiya Roboskiyê de li bajarê Kurdistanê û Tirkiyê li gelek deran çalakiyên protestoyî pêk hatin. Li Amed, Dêrsim, Colêmerg, Weranşer, Serêkaniyê, Batman, Wan, Mûş, Agirî, Qers, Erzirom, Îdir, Semsûr, Sêrt, Dîlok, Stenbol, Enqere, Mersîn û li navçeyên Pirsûs, Bismil, Hazro, Erxanî, Nisêbîn, Weranşar, Serêkaniyê 34 kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn. Di çalakiyan de hukûmeta AKP´ê û Serokwezîrê Tirk Erdogan hate protestokirin.
Li Stenbolê parêzerên Endamên ÇHD û OHD li pêşiya avahiya Edliya Stenbolê kom bûn û daxuyaniya çapameniyê dan. Di çalakiyê de pankarta "Ji 33 Gulle heta Roboskiyê komkujî dewam dikin, bila kûjer werin cezarkirin" vekirin.
Xwendekarên zanîngehan jî komkujiya Roboskiyê bi çalakiyan protesto kirin. Li Zanîngehên Stenbol, Marmara, Mîmar Sînan û Yildiz Teknîkê bi sedan kes meş lidarxistin, kincên reş li xwe kirin û hesab xwestin. 




Li Mexmûrê protesto

Komkujiya Roboskî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem bi daxuyaniyeke girseyî hat şermezarkirin.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) Komkujiya Roboskî li Navenda TEV-ÇAND a Wargehê bi daxuyaniyeke girseyî hat şermezarkirin. Di çalakiyê de Reşîd Encu ku biraziyên wî jî di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dabûn û li wargehê dijî axivî û wiha got: "Roboskî rûyê hovîtiya dewleta Tirk a li hemberî gelê Kurd bi awayekî zelal nîşanî me dide. Ev pêkanîn zîhniyeta dewlet û hukûmeta AKP'ê nîşan dide. Em wek gelê Kurd, ji bo careke din bi komkujiyên bi vî rengî re rû bi rû neyên divê em yekîtiya xwe xurt bikin."
Piştî axaftina Reşîd Encu, Alîkarê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargehê Hecî Kaçan daxuyanî xwend. Kaçan dest nîşan kir ku komkujî bi fermana Serokwezîrê Tirk Erdogan û Serfermandarê Artêşa Tirk pêk hatiye. Kaçan axaftina xwe wiha berdewam kir: "Roboskî komkujiya dewleta Tirk e ku bi awayekî bi zanebûn li hemberî gelê Kurd pêk aniye. Dijminên me li her cihî binçavkirin, girtin, kuştin û qirkirinan ji bo gelê Kurd rewa dîtine."
Hecî Kaçan, derbarê neronîkirina komkujiyê jî got, "Gelê Kurd, bi îrade û baweriyeke xurt ji bo hesab ji qetlîamkeran û xwînmijan bipirse li her cihî li ser piyan e û têkoşînê bilind dike. Bila ji aliyê her kesî ve û bi taybet ji aliyê dewleta faşîst a Tirk û Serokwezîrê wê Qatîl Erdogan ve baş were zanîn ku gelê Kurd dest ji doza xwe bernade. Wê hesabê pêwîst ji wan bixwaze."
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Qatil Erdogan" bi dawî bû.

 DÎHA/MEXMÛR