Hejmara sazî û rêxistinên piştgiriyê didin kampanyaya “Bila li Almanyayê Nasnameya Kurdan bê Nasîn” ya bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Kurd ên Almanyayê (YEK-KOM) hatiye destpêkirin gihişt 106´an. Encamên kampanyayê wê bi beşdariya nûnerên saziyên Kurd, li Meclîsa Federal a Almanyayê jî wê di 15´ê Cotmehê de were nirxandin.
Kurdan di navbera 1-15 ê Îlona 2011´an de di çarçoveya kampanyaya “Bila Nasnameya Kurdan bê nasîn” de li Almanyayê zêdetirê 50 hezar îmze kom kirin û ev yek ji bo çarenûsa milyonek Kurdên li Almanyayê û ji bo  nasnameya Kurdan bi awayekî fermî were nasîn xwedî girîngiyek mezin e. Ev îmzeyên ku hatin berhevkirin, pêşkêşî Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Federal hate kirin, ji ber ku Kurdan di du hefteyan de ev qas îmze kom kirin, komîsyonê biryar da ku Meclîsa Federal ev daxwaznameyên Kurdan binirxîne. Meclîsa Federal bi awayeke fermî ragihand ku ew ê encamên vê kampanyayê bixin rojevê û guftugo bikin. 

Meclîs encamên kampanyayê binirxîne

Di daxuyaniya di malpera meclîsê de hate dayîn de hate diyarkirin ku ew ê di 15´ê Cotmeha 2012´an de saet di 12.00 de ji bo kampanyaya “Bila nasnameya Kurdan li Almanyayê bê nasîn” rûniştinek pêk bînin. Wê parlementerên partiyên hevkarên hukûmetê CDU/CSU û FDP û partiyên SPD, Kesk û Çegpiran jî beşdarî rûniştinê bibin û wê rûniştin bi awayeke zindî di kanala meclîsê de bê weşandin. Rûniştin wê bi axaftinên nunerên YEK-KOM´ê dest pê bike û tê payîn ku ji kabîneya hukûmeta Merkelê 4 wezîr jî amade bibin.

Komîte hatin sazkirin
Berî rûniştinê saziyên ku beşdarî vê kampanyayê bûne, lez dan xebatên xwe. Heta niha li eyaletên Hamburg, Berlîn, Saksyona Jêrîn, Bremen û Ren Westifalya Bakûr (NRW) bi hemû Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê û komên penaberan re hevdîtin tên pêkanîn û komîteyên ji bo rûniştina 15´ê Cotmehê hatin avakirin.
Hate zanîn ku wê di rojên pêş de xebatên bi heman armancê li herêmên başûrê Almanyayê bêne destpêkirin û ev komîteyên tên avakirin ji Serokatiya Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsê re name dişînin û ji wan dixwazin ku piştgirî bidin kampanyaya Kurdan. Heta niha li Hamburgê 22, li Berlînê 21, li Saksonyaya Hêrîn 24, li Bremenê 11 sazî di nava van komîteyan de cih girtin.
106 sazî piştgirî didin
Di dema destpêkirina kampanyayê de 40 sazî piştgirî dabûn kampanyayê, lê niha hejmara saziyên piştgirî didin kampanyayê gihişt 106´an. Lê endamên komîteya rêvebirina kampanyayê dan zanîn ku hedefa wan ew e ku heta roja 15´ê Cotmehê hejmara van saziyan bigihêje 200´î. Saziyên Tirk, Asur, baweriyên Êzidî û Elewî, kûlubeyên sporê, rêxistinên jin û civanan jî piştgirî didin kampanyaya nasnameya kurdan.

Di kampanyayê de daxwazên serekê
Ji bo kampanya "Bila Nasnameya Kurdan li Almanyayê were nasîn" daxwazên bingehîn yên Kurdan weha ne:
- Divê penaberên Kurd jî weke komên din ên penaberan bên nasîn û dîtin.
- Divê qedexeya li ser PKK ê û zextên li ser saziyên Kurdan bên bidawîkirin.
-  Divê hukûmeta Federal ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya aşitiyane çareser bike zêdetir hewl bide.
- Divê Kurdî weke zimanê zikmakî belavî hemû eyaletan bibe.
- Ji bo penanaber û koçberên Kurd xizmetên piştgiriyê bên dayîn û meteryalên agahdarkirinê yên bi Kurdî bêne derxistin.
- Divê weşanên bi zimanê biyanî yên radyo û Tv bi awayeke wekhev nêzî Kurdî jî bibin. Agahiyên siyasî û çandî bi zimanê zimakî Kurdî bêne belavkirin û weşandin.
-  Cejna Newrozê divê weke roja fermî ya bêhndanê were qebûlkirin.
-  Di Konseya Piştevaniya Federal de nunerên Kurdan jî hebin.
- Divê dawî li dersînorkirina Kurdên siyasî bê anîn.
- Kurd xwedî baweriyên olî yên cûda ye. Misilmantî, Êzidî, Elewîtî û Xrîsiyanî. Ji ber vê jî divê Kurd jî beşdarî Koma Xebatên Diyaloga ji bo Olan bibin.


PERWER YAŞ / BERLÎN