Meclîsa Gelê Kurd a Montrealê, Meclîsa Jinên Kurd a Montrealê, Meclîsa Gelê Kurd a Ottawayê û Meclîsa Gelê Kurd a Torontoyê li ber parlamentê çalakiyeke hevpar organîze kirin. Berdevkê Têkiliyên Derve ya Meclîsa Gelê Kurd a Montrealê, li vê derê bi Parlamentera New Demokratic Party (NDP) Helene Laverdîere re rûnişt û xwest, bala wan li ser parlamenterên HDP’ê bin ku hatine girtin. Kurdistaniyan dosyayek li ser mijarê pêşkêş kirin.
Laverdîere jî da xuyakirin, ku ew pêvajoyê ji nêz ve dişopînin, çalakiyên Kurdan mafdar dibînin û diyar kir, ew ê li ser girtina parlamenterên HDP’ê pêşnûme pirsekê pêşkêş bike.
Kurdistanî piştre ber bi avahiya Neteweyên Yekbûyî ve meşiyan û li vê derê bi Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya Kanadayê Kathryn Whîte re rûniştin. Whîte dosyaya Kurdistaniyan wergirt û got, ew ê bigihîne Nûnertiya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî.
Piştî çalakiyê Wezîra Karên Derve ya Kanadayê Stephane Dîone ji Berdevkê Têkiliyên Derve ya Meclîsa Gelê Kurd a Montrealê re nivîsek şand. Dîone di nivîsê de ragihand, ku ji ber zêdehiya kar nekarî tevlî çalakiyê bibe, lê belê di vê demê de ew piştgiriyê didin çalakiyên Kurdistaniyan û girtina HDP’yiyan bi ti awayî qebûl nakin.
ANF / OTTAWA