
Li Tirkiyeyê ji ber ku tenê zimanê fermî Tirkî ye bi dehan zimanên din yek bi yek winda dibe. Zimanên ku winda nebûne jî di bin talûkeyek mezin de dijîn. Gelek ziman li ser çend kesan hebûna xwe diparêze û xwe zindî dihêle. Li gel ku welatiyên ziman, çand û nasnameya wan cuda yên li Tirkiyeyê dijîn doz û daxwaza zimanê xwe dikin jî dîsa hikûmte û dewlet destûr nade ku di bin makeqanûnê de zimanê wan bê parastin û nikarin bi zimanê xwe perwerde bibin û paratinê bikin. Bi taybetî li gel ku bi milyonan Kurd li Tirkiyeyê dijîn jî dîsa daxwaza perwerdehî û parastina Kurdî tê redkirin. Li Tirkiyeyê welatiyên Ermenî ku li Tirkiyeyê rastî komkujiyê hatin û hêjmara wan pir kêm maye jî nikarin bi zimanê xwe parastinê bikin û perwerdehiyê bîbînin. Ermeniyên ku li Amedê dijîn jî ji bo zimanê xwe biparin û fêrî zimanê xwe bibin, bi alîkariya Şaredariya Sûrê, li KURDÎ-DER'ê kursa ziman vekirin.
Mamosteyê Ermenkî Fîkrî Çaglar, ku bi zimanê Ermenî dersê dide anî ziman ku ji ber ew bi zimanê Ermenkî dersê dide heyecana wî pir zêde ye û wiha got: "Dema ku teklifek wisa ji min re hat ez şaş bûm. Şaredariya Sûrê di bin projeya "Pir zimanî de" daxwazek wisa ji me kir. Ez li hemberî vê daxwazê şaş mam. Heyecana wê zêde ye. Em daxaza wan qebûl kir û em hatin. Me serlêdanek wisa zêde nedipa. Lê em dibînin ku eleqe zêde ye. Rewşek pir baş e. Demek dirêj e tiştekî wisa pêk nehatibû. Heta niha li Amedê û Tirkiyeyê tiştekî wisa pêk nehatiye. 40 salin min tiştekî wisa nedîtiye. Bawer dikim beriya ez ji dayik bibim 40 salên berî wê ji tiştekî wisa pêk nehatibû. Kursa ku bi vî rengî li Amede pêk tê ji bo me pir bi wate ye."
'Misliman jî tên kursê'
Çaglar, ji ber ked û hewldana şaredariyê spasiyên xwe anîn ziman û diyar kir ku xebatek pîroz e. Mamoste Çaglar, da zanîn ku sala par dema dest bi dersê kirin, difikirîn ku tenê 15-20 kes tev li dersê bibe û wiha got: "Lê piştî ku me dest bi kursê kir, ev hêjmar derket 40'an. îsal 60 xwendekarên kursê hene. Lê hemû dildar tên û dixwazin fêr bibin. 60 xwendekar hemû bi rêk û pêk nayên. Lê yen her tim bi rêk û pêk tên 20-25 kesin. Ji 7 salî heta 70 salî tên tev li dersan dibin. Karker, karmend, esnaf û her kes tên tev li kursê dibin. Ermeniyên ku bûne misliman jî tên tev li kursa ziman dibin. Li vir em kesî bi sînor nakin û deriyê me ji her kesî re vekiriye."
' Ermenkî zahmet e'
Çaglar, anî ziman ku zimanê Ermenkî ji ber ku hinek kêm tê axaftin û nivîsandin zahmet e û wiha got: "Ziman, çav û guh fêrî zimanê Ermenkî nebûye. Ji ber wê hem guhdariya wî, hem axaftina wî û hem dîtina çavan a nivîsê zahmet tê. Ji ber vê yekê em zimane Kurdî, Tirkî û Ermenkî di nava hevde dibînin û fer dikin. Hemû xwendekarên me bi Kurdî Tirkî dizanin, lê hemû bi Ermenkî nizanin. Di zimanê Ermenî de 38 tîp hene. Dîsa tîpên kelijandinê hene. Kesên bi Kurdî nizanibin zahmet e."
Çaglar, da zanîn ku sala par heftê 4 roj (8 saet) ders didan, lê îsal di demsala zivistanê de 3 rojan (6 saetan) dersan didin. Çaglar, ji ber ku KURDÎ-DER'ê jî ev derfet daye wan û deriyê xwe li wan vekiriye spasiyên xwe anîn ziman.
DÎHA/AMED