Şaxa Komeleya Pêşxistin û Lêkolîna Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) ya Wanê ji bo zimanê Kurdî pêş bixe û perwerdehiya zimanê Kurdî bide her kesî xebatên xwe berdewam dike. Niha Nêzî 200 kes li KURDÎ-DER'ê perwerdeyê dibînin. KURDÎ-DER'a ku ji 3 mehan carekê serdemek nû ya perwerdehiyê dide destpêkirin, di 5 pêngavan de perwerdehiyê dide.

Şagirtê bi navê Kamuran Erdogan diyar kir ku ji sala 2010'an û heta niha diçe KURDÎ-DER'ê û wiha got: "Ji bo min perwerdehiya zimanê Kurdî gelek girîng e. Me xwest em li zanîngehê jî fêrî Kurdî bibin. Li zanîngehan zimanê îngîlîzî û firansî û Tirkî tê dîtin. Lê zimanê Kurdî tune. Em bi zimanê me jî perwerdehî bê ditin. Berê min kirarîbû Azadiya Welat bixwenda. Lê niha ez baş dixwînim. Ji bo Kurdî pêş bikeve divê em xwe tenê bi KURDÎ-DER'ê bi sînor nekin. Divê em li her qada jiyanê fêrî Kurdî bibin.

Ji bo ciwanên Kurd bang

Şagirta KURDÎ-DER'ê Berivan Sevinç, jî anî ziman ku ew berê bi Kurdî dizane, lê di aliyê nivîsandin û xwendinê de pirsgirêkan dijî. Sevinç, ani ziman ku ji bo fêrî nivîsandin û xwendinê bibe hat KURDÎ-DER'ê û xwest her kes li xwendin û nivîsandina Kurdî xwedî derkeve.
Serokê Şaxa KURDÎ-DER'a Wanê Îsmaîl Aşkan, diyar kir ku Kurd ji bo zimanê xwe fêr bibin seferber bûne û xwest ciwanên Kurd malên xwe bikin navenda perwerdehiya ziman. Aşkan, anî ziman ku komeleya wan rastî serlêdanek mezin tê û her kes dixwaze fêrî Kurdî bibe. Aşkan, anî ziman ku ew dixwazin hemû dersan bi Kurdî bidin û ji bo vê yekê di nava xebat û lêhûrbûnekê dene û wiha got: "Em niha amadekariya vê yekê dikin û li gorî wê mamosteyan perwerde û amade dikin. Niha 200 kesan ji bo kursê serî li me daye. Divê ciwanên Kurd hemû qada jiyanê û malên xwe bikin navenda perwerdehiyê. "

DÎHA/WAN