‘Em ê di nava gel de bin’
Urun da zanîn ku niha ji bo kursa Kurdî qeydan digirin û dê hefteyeke bidome. Urun wiha berdewam kir: “Em ê wekî komele di 1’ê cotmehê de dema nû bidin destpêkirin. Banga me ew e ku welatiyên ku dixwazin hînî Kurdî bibin serî li me bidin. Di vê mijarê de bar dikeve li ser milên komeleyên li taxan. Ew dikarin ji bo vê xebatê pêşengiyê bikin. Heke bixwazin em dikarin dersê bidin wan.” Urun got ku ew ê îsal bêhtir di nava gel de bin.
DÎHA/WAN
Ji TZPKurdî ji bo zarokan dersakurdî
TZPKurdî li Êlihê bi boneya zarokan li dijî bişaftin û jibîrkirina ziman biparêze û bêtir zimanê wan bi wan bide hezkirin dersa kurdî da.
TZPKurdî li Êlihê li ser banga Kongreya Civaka Demokratîk a “Dibistana Boykot bikin” li Êlihê piştî boykota dibistanan vê carê ji bo kurdî bi zarokan şêrîn bikin dest bi dersa zimanê kurdî û şahiyên cuda kirin. TZPKurdî di çarçoveya bernameyan de li Komeleya Hemwelatiyên Azad a Taxa Seyîtlerê dersa kurdî da zarokan. Aktivistê TZPKurdî Mamoste Zubeyir Çelik, diya kir ku armanca wan a dersdayînê zarokan li hemberî bişaftinê biparêze û kurdî bi zakokan binde hezkirin. Çelîk, anî ziman ku di saetên êvarî de dersê dide zarokan û nêzî 30 zarok beşdar dibin. Çelîk, da zanîn ku dê dersa wan bidome.
ÊLIH