
Serokê Şaxa KURDÎ DER'ê ya Erdîşê Cevdet Zilanli, anî ziman ku serlêdan pir zêde ye û di bersîvdayîna xwendekaran de zahmetiyê dijîn. Zîlanli, da zanîn ku her diçe eleqeya li hemberî Kurdî zêde dibe û hêjmara xwendekaran jî zêde dibe.
Di nava zextan de xebat
Zîlanli, anî ziman ku di 15'ê Gulana 2012'an de di bin navê operasyona KCK'ê de polîsan bi ser komeleya wan de girt û di serdegirtina komeleyê de polîsan hemû alav û amûrê wan desteser kirin. Zîlanli diyarkir ku polîsan di operasyonê de rêveberê wan Necmettin Açik, Omer Sayıner, Mahmut Çelebi, Abdurahman Çagan binçavkirin û piştre girtin.
Zîlanli destnîşankir ku ew di nava şert û mercên pir zahmed de xebatê dimeşînin û bi alîkariya gel hewl didin bibin bersîva xwendekaran.
Hîndekar û mamoste Mutalip Dag jî anî ziman ku ji 7 salî heta 70 salî her kes serî li wan dide û ji bo dersên kurdî eleqeyek mezin heye.
Şagirtê binavê Alparslan Butun (45) jî anî ziman ku Kurdî zimanekî dewlemend û zindî ye û piştî çand, wêje û zimanê Kurdî nas kir bêtir ji ziman hez kir û dewlemendiya wî bêtir dît.
DÎHA/WAN