EVÎN GELALEYÎ / ROJNEWS/SILÊMANÎ
Jina Nivîskar, Hozan Mehmûd ku 24 çîrokên cuda di nava kitêba xwe de nivîsandine anî ziman ku ew bi beşên cuda yên çar parçeyên Kurdistanê daketiye: “Min xwest bi çîrokên xwe êş û têkoşîna her parçeyê Kurdistanê bibêjim.”
Hozan Mehmud li Silêmanî pirtûka xwe ya bi navê Xudnûsînewe ya ji 24 çîrokên jinên Kurd da weşandin. Ji bo vê jî ew hestên xwe wiha îfade dike: “Her çîrokek bi awayekî cuda balê dibe ser xwe. Her çîrokek dewlemendiyek cuda ya Kurdistanî di nava xwe de dihewîne.”
Hozan Mehmûd a ku xwe weke femînîsteke Kurd jî dibîne, got, “Ez dixwazim zanibim niha çima jinên Kurd nanivîsin, behsa xwe, êş, zindan û têkoşîna xwe nakin? Di dema xwendina vê pirtûkê de ev rastiya derdikeve pêş çavan ku jina Kurd pêşengê hemû dîrokê ye û bûye şahidê sîstema baviksalarî ya dijwar. bikêrhatin û jêhatina jina Kurd berbiçav e.”
Hozan Mehmud balê dikişîne ser nivîsîna 24 çîrokên cuda û dibêje: “Min xwest her çîroka min êş û têkoşîna parçeyekî Kurdistanê vebêje. Her çîrokek bi awayekî cuda balê dikişîne ser xwe. Her çîrokek dewlemendiyeke cuda ya Kurdistanî dihewîne.”