Nûnertiya Egitîm Sen'ê ya Bîsmîlê, bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî, ji bo xizmeta ziman bide welatiyan kursa zimanê zikmakî vekir. Egîtîm Senê piştî atolyeya kursa Kurdî vekir, rastî eleqeyek pir mezin hat. Kursa ku 8 mehan perwerdehiya ziman bide di nava 3 rojan de 40 kesan qeyda xwe çêkir û xwestin fêrî zimanê zikmakî bibin.
Mamosteya Kurdî Çîgdem Îgdem Baran, anî ziman ku eleqeyek pir baş heye û di nava kesên qeyda xwe çêkirine de mamoste jî hene. Îdem, da zanîn ku kursa wan dê 8 mehan berdewam bike û heta niha 40 kesan qeyda xwe çêkirine.
Şagirtê kursê Murat Aydin, jî anî ziman ku pir kêfxewşe ku dixaze fêrî zimanê xwe bibe û xwest her kes li zimanê xwe xwedî derkeve û qeyda xwe çêke. Aydin, spasiyên xwe ji nûnertiya Egîtim Sen'ê re anî ziman û wiha got: "Zimanê zikmakî jî ji zimanê cîhanê yek e. Ji bo zimanê me di nava zimanê cîhanê de winda nebe divê em li zimanê xwe xwedî derkevin.
'Gelekî bi heyecan im'
Şagirtê bi navê Mahmut Orbay jî anî ziman ku pir kêfxweş û bi heyecan e ku ji ber tev li kursê dibe û wiha axivî: "Ez niha kêfxweşiya fêrbûna zimanê zikmakî dijîm. Her çend piştî emrekî mirov fêrî ziman bibe zahmet be jî dîsa heyecan û coşa min zêde ye. Em dixwazin li Tirkiyeyê Kurdî jî zimanê perwerdehiye û zimanê fermî be. Ji bo Egîtim Senê ev derfet daye me em spas dikin. Ez wekî zarokekî dibistana seretayî bi heyecan û coş im."
DÎHA/AMED