Kovara ku bi Tirkî weşanê dike bi hejmara xwe ya Adar-Nîsan, hejmara 23’yan derket pêşberî xwendevanên xwe. Kovara ku her hejmarê dosyayek amade dike û her carê kesek edîtoriya dosyayê dike di vê dosayê de editor Vecdi Demîr e. Ji nivîsên dosyayê Robert Olson ji serhildanên Kurdan Serhildana Şêx Seîd, ya Agirî, Dêrsim û êrîşên Hêzên Hewayî yên Tirk sekiniye û ji ser vê re li meseleya pêşketina neteweperestina Tirk-Kurdan nêriye. Firat Aydinkaya bi sernavê ‘Kêmîna Tirkan, di nav Kurdan de koka tirsa Ermenistanê’ û berê xwe daye polîtîkaya Ebdulhemîd a di vî warî de. Sedat Ulugana jî meseleya “Di Şerê Cîhanê yê 1’emîn de Alayên Eşîrên Kurdan” girtiye dest. Vecdi Demir jî li ser meseleya “Îngilîz û Şêx Mehmûd Berzencî” sekiniye.

Hakan Ozoglu jî Di dema Şerê Cîhanê û piştî wê meseleya nîqaşa serxwebûn/xweserî ya li nav elîtên Kurd girtiye dest. Nivîsa dawî jî ji aliyê Evrîm Karakaş ve bi sernavê “Di Şerê Cîhanê yê 1’emîn de Dêrsim”  hatiye nivîsîn.


 STENBOL