Mezraya Xirika Êlihê ku di salên 1990'an de hatibû valakirin dîsa rûhevî valakiyê ye. Gundiyên ku bi zagona vegera gundan di sala 2000'an de dîsa vegeriyan diyar kirin ku leşkeran bi hinceta ku "di nexşerêyê de mezrayeke bi vî rengî tune ye" ji wan re gotiye, gund vala bikin.
Şêniyên mezrayê diyar kirin ku piştî ew vegeriyane warê xwe 4 salan bê cereyan jiyane û pêdiviya xwe ya avê jî ji çemê Dîcleyê ku 2 kîlometreyan dûrî mezrayê ye pêk anîne. Mezraya tevî ku şêniyan her sal bacên xwe dane jî bi hinceta eraziya daristanê dixwazin dîsa vala bikin. Hat îdîakirin ku leşkerên 3 roj beriya niha hatine mezrayê ji şêniyan re gotine di demeke zû de mezrayê vala bikin û gef li gundiyan xwarine.

'Mezrayeke wisa di nexşerêyê de nîn e'

Gundiyên ku li hemberî tiştên bi serê wan de diqewime matmayî name ji bo mexdur nebin serî li gelek sazî û dezgehên eleqeder dan bê bersiv man. Gundiyan diyar kirin ku ew ê dev ji warê xwe bernedin. Şêniyê gund Yusuf Turan diyar kir ku sedema derxistina wan çêkirina zanîngeheke nû ye û got; "Dixwazin warên me pêşkêş bikin. Piştî 3-4 sal din ew ê herkes vê yekê bibîne. Di sala 1992'an de bi hinceta ewlehiyê gundê me vala kirin. Ne tenê gundê me 7-8 gund vala kirin. Di çarçoveya projeya vegera gund de em dîsa hatin warê xwe. Lê vê carê jî dibêjin, 'di nexşerêyê de mezrayeke wisa gundeke wisa nîn e' dixwazin me ji vir derxînin. Me hemû bacên xwe jî dane.

Bi biryara dadgeha tune ye vala dikin!
Turan anî ziman ku çêkirina zanîngeha ku di nava salek-du sal de ew ê bidawî bibe tesîreke neyînî ser gundiyan çêkiriye û wiha axivî: "Di demên dawiyê de çêkirina zanîngehê ket rojevê. Lewma vê carê dixwazin ji binî de me ji gund derxînin. Em ji derketina xwe ne xemgîn in, em ji ber dê Êlihê pêşkêşî dewlemendan bikin xemgînin. Dibêjin, 'bi biryara dadgehê tê valakirin.' Ev gund neketiye ber dadgehê heta bê valakirin."

'Nameya ji Serokomariyê hatiye ji min veşartin'
Turan da zanîn ku wî ji bo mexduriyeta xwe bîne ziman ji Serokkomar re nameyek rêkiriye, lê bersiva nameyê ji Walîtiya Êlihê re hatiye û name ji wî veşartine. Turan wiha dawî bi axaftina xwe anî: "Ji min re bersiva, 'daxwaznameya ku ji bo Serokkomariyê rêkiriye bi nivîsekê re ji Walîtiya Êlihê re hatiye rêkirin. Bila agahiya we hebe.' Li ser vê yekê ez çûm Walîtiya Êlihê. Wan jî ez rêkirim 5-6 cihan, lê bê bersiv mam. Gelo çawa çêdibe ku nameya ku ji Serokkomariyê ji bo min hatiye hûn naveroka wê ji min vedişêrin. Dibe ku Serokkomariyê gotibe, 'wan kesan mexdur nekin.'" 

DÎHA/ÊLIH