Li Hepsa Wanê Şerafettîn Demîr ji 1’ê Adarê ve li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, ji bo Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ev 183 roj in di greva birçîbûnê de ye, resmek çêkir û jê re şand.
Demîr, resm bi rêya malbata xwe, ji Leyla Guvenê re şand.
Demîr, li ser rûpeleke spî rojek xêz kir, li nîvê rojê peyva “Azadî” nivîsandiye û li gel wê jî perikê çivîkekê xêz kiriye û li ser perik jî wêneyê Leyla Guvenê xêz kiriye. Demîr, bi peyva “Azadiyê” navê Nasir Yagiz, Sebahat Tûncel, Selma Irmak, Kîbriye Evren û gelek kesên din ên di greva birçîbûnê de daliqandiye. Her wiha Demîr, li ser tîrêjên roja ku xêz kiriye jî “Hişmendî, heqîqet, bawerî, girêdan, vîn, biryardarî, fedakarî, evîn û rastî” nivîsandiye.
Demîr, li binê wêne jî wiha nivîsiye: “Merhemet û dilovaniya ku li bilindahiya dilê dayika xwedewend daniye, wexta bi hişmendiyê xurt dibe digihê ruhê Xeyrî û Kemalan û veguherî berxwedaneke bêhempa. Bawer dikim ku ev vîn, cehd û xîret bi wê bi ser keve. Serketin.”
Ji ber bêdengiyê civak hat tecrîdkirin
Şerafettîn Demîr ji sala 2011’an ve girtiye. Du caran cezayê muebeta giran û 60 sal ceza lê hatiye birrîn.
Bavê wî Seyda Mehmet Cemal Demîr, diyar kir ku piştî ceza hatiye birrîn, ev 3 sal in kurê wî bi tena serê xwe di hucreyê de dimîne.
Bav Demîr diyar kir ku sedema grevên birçîbûnê tecrîd e û got, “Bi bêdengiya ji bo tecrîdkirina Abdullah Ocalan xwestin parlamenteran û gel teslîm bigirin. Ji ber em bêdeng man, civak bi tevahî hat tecrîdkirin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe, divê em mil bidin milê hevdu.”
WAN