Niha jî pirtûka bi navê “Fîncana Ferfûrî“ ya Ezîzê Gerdenzerî jî yek ji wan berhemên qetlaz e ku ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve ji ber pêla windabûnê hat rizgarkirin.
Ev pirtûka ku bi lewna xwe roman e û 188 rûpel in. Zimanê Gerdenzeriyê wekî av û kaniyê serhedê zelal û herikbar dike ku mirov romanê di bêhnekê de bixwîne.
Ezîzî gerdenzerî kî ye?
Nivîskar û helbestvanê Kurdê Ermenistanê, doktorê zanyariyê Ezîzê Îsko Gerdenzerî sala 1945'dê li Tiblîsa Gurcistanê hatiye dinyayê. Zarokatî û xortaniya wî li Dêrikê/Cercerîsê derbas bûye ku gundekî dorhêla Elegezê ye.
Sala 1970'yî Zankoya Bijîjkiyê ya Êrîvanê xilas dike. Sala 1978'ê dibe ji hêla bijîjkiyê de dibe doktorê zanyariyê.
Ezîzê Gerdenzerî ji 15 saliya xwe ve bi gelek navan dinivîse. Sala 1968'ê dibe Endamê Yekitiya Nivîskarên Kurd li Ermenîstanê. Berhemên wî bi Ermenkî, Rûsî, Almanî û Danîmarkî hatine wergerandin û weşandin. Gerdenzerî niha li Danîmarkayê dijî û karê nivîskariyê berdewam dike.
AMED