Wezareta Dadê der barê Parêzer Nezahat Bayraktar de bi sedema ku redkirina parastina kurdî rexne kir lêpirsîn vekir. Prz. Bayraktar di 19'ê Îlona 2011'an de li 10'emin Dadgeha Cezaye Giran a Îzmirê di rûniştina xwendekarê lîseyê Mazlum Ozçak ê 16 mehin girtiye de, parastin kir û redkirina parastina kurdî ya heyetê bi gotina "Li gorî xala 35'an a peymana Lozanê mafê her kesî heye ku bi zimanî zikmakî parastinê bikin û biryara dadgehê ne hiqûqî ye, siyasî ye" rexne kir. Ji ber ku Bayraktar redkirina heyeta dadgehê ya kurdî rexne kir, Wezareta Dadê der barê Bayraktar de bi hinceta Bayraktar li heyeta Dadgehê neheqi kiriye li dozgeriya Komarê ya Îzmirê serlêdan sûç kiribû.

Dozger fezlekeyê amade bike
Bayraktar, der barê vê lêpirsînê de îtiraz kir, lê dîsa der barê wê de serlêdana suc hate kirin. Dozgeriya Komarê ya Îzmîrê serlêdanên heyeta dadgehê li ber çavan girt û dê der barê Prz. Bayraktar de fezlekeyê amade bike. Ji bo ku der barê Bayraktar de doz bê vekirin dê dozger fezlekeyê ji Midûrê Giştî yê Karê Ceza yê Wezareta Dadê re bişîne. Dozger, di fezlekeyê de îdîa kir ku Bayraktar Parêzerê Mazlum Ozçak ku "Endamê rêxistinê ye û propaganda rêxistinê kiriye" ye. Dozger di fezlekeyê de da zanîn ku Özçak "Bi molotofê zerar dayê maşîneya taybet a fermî û li dijî personelên dewletê di ber xwe daye.

'Dê heta 30 meh bi cezayê girtîgehê bê darizandin'
Dozger fezleke ji Midûrê Giştî yê Karê Ceza yê Wezareta Dadê re şand. Piştî ku Bayraktar ev lêpirsîn îtîraz kir û dîsa xwest lêpirsîn bê vekirin. Wezaretê li ser vê yekê destûr da ku ji ber parastina kurdî doz bê vekirin. Dozgerê Komarê dê di rojên pêş de parastina Prz. Bayraktar bigirin. Ger ku dozger dozê veke dê der barê Bayraktar de heta 30 meh ceza bê xestin.
Nezahat Bayraktar, der barê lêpirsîna ku li wê hatiye vekirin de axivî û diyar kir ku ev helwestek siyasî ye û li dijî heiqûqê ye. Bayraktar, anî ziman ku ev êrîşa li dijî mafê parastinê û parazvaniyê ye.

DENİZ TEKİN - DÎHA/ÎZMÎR