Li Herêma Federal a Kurdistanê cînayetên jinan û sedemên civakî yên întîxara jinan her diçe zêde dibin. Lê tevî vê yekê li herêmê ev kuştinên jinan û bûyerên întîxarê weke bûyerên asayî di çapemeniyê de cih digirin. 2 hefte berê li bajaroka Harîr a Hewlêrê jina bi navê Zehra Kahraman Kerîm a 13 salî ji ber şîdeta nava malê bedena xwe da ber agir û dawî li jiyana xwe anî. Şêniyên taxê Kerîm ku li malê bedana xwe da ber agir  rakiribûn nexweşxaneyê. Lê belê tevî ku rewşa wê giran bû, piştî ku 2 saetan li nexweşxaneyê hate dermankirin bi zora malbatê Kerîm biribûn malê. Piştî 2 hefteyan Zehra Kahraman Kerîm pêr jiyana xwe ji dest da. Ev helwesta malbatê gumanên der barê întîxara Kerîm de zêde dikin. Lê tevî vê yekê çapameniya Başûrê Kurdistanê  xwekuştina bi şik û guman a Kerîm ya 13 salî weke bûyereke ji rêzê da. Ji aliyê din ve Malbat, pirsgirêkên nava malê vedişêre û hikûmeta herêmê û hikûmeta Iraqê jî der barê bûyerê de de tu lêpirsîn nedan destêkirin.


Xwekuştineke din a bi guman

Ji malbata Kerîm întixara Zehra bûyera yekemîn nîn e. Mehek berî vê bûyera Zehrayê, jinbiraya wê Xanîe Kerîm jî bedena xwe dabû ber agir û jiyana xwe ji dest dabû. Sedema întîxara Xanîe Kerîm jî hate veşartin û gotin, "Ji ber hinek bûyerên civakî" wisa kir. Rayedarê hikûmetê têkildarî mirina Xanîe Kerîm jî  tu lêpirsîn nedan destpêkirin.  Zavayê Zehrayê Riza Kadîr û mamê wê Sertîp Kerîm, sedemên di nava malê de jiyîn aşkera nekirin û tenê gotin ji aliyê birayê xwe ve rastî şîdetê hatiye û ji ber vê yekê bedena xwe daye ber agir. 

DÎHA/HEWLÊR