Çalakiyên boykota dibistanan ku ji xwendekaran dest pê kiribû her ku diçe belav dibe. Niha jî mamosteyên endamên Egîtîm Sendê dibistanan boykot dikin û îstîfa dikin. Komek Endamên Egîtîm Sen'ê yên Amedê dest bi boykotê dikin û îstîfa dikin. Mamosteyên Egîtîm Senê diyar kirin ku heta polîtîkayên dewletê bi dawî bibin dê helwesta wan jî bidome.
Koma endamên Egîtîm Sen'ê bi gotina "Em naxwazin êdî li dibistanên dewletê şirîkatiya sûc bikin û biryara boykota dibistanan girtin. Mamosteyan diyar kirin ku ger daxwazên wan bicih bên û polîtîkayên dewletê bli dawî bibe dê dîsa li karê xwe vegerin. Sekretera Hiqûqê ya Şaxa Egîtîm Sen'ê Fatma Gulçiçek, anî ziman ku hevalên wan ji bo polîtikaya dewletê ya pişaftinê şermezar bikin û ev polîtîkayên bişaftinê bi dawî bibe dê çalakiyên xwe berdewam bikin û wiha got: "Boykota dibistanan ji bo zimanê zikmakî bi xwendekarên dibistan û lîseyan dest pê kir û niha bi mamosteyan berdewam dike. Em hem ji bo pergala 4+4+4'an û hem jî ji bo pergala pişaftin û înkarê şermezar bikin dest bi çalakiyek bi vî rengî dikin. Em armanc dikin ku êdî ev daxwazên perwerdehiya zimanê zikmakî bê dîtin û dawî li van polîtîkayên pişaftin û înkarê bên."
Gulçiçek, da zanîn ku ev pergal û feraseta perwerdehiyê pirsgirêkên mezin bi xwe re tîne. Bi van polîtîkayan li ser zarokên biçûk hişmendiya pişaftinê dimeşînin û ji her tiştê wan dûr dixin.
Gulçicek, da zanîn ku divê êdî dewlet astengiyên li pêş perwerdehiya zimanê kurdî rake û fêrkirin û perwerdekirina zimanê zikmakî divê sereke karê dewletê be û wiha berdewan kir: "Niha komek mamoste dê îstîfa bikin û dibistanan boykot bikin. Ji ber ku bi perwerdehikirina zimanê tirkî mamoste dibin hevkarên sûcê li dijî zimanê zikmakî. Em naxwazin mamoste bibin hevkarên sûcên zimanê zikmakî. Em êdî li dibistanan sonda "Ez tirk im, rastim" nadin xwendin û naxwînin.
Sekrereta Perwerdehiyê ya Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê Ozlem Kaçar jî anî ziman ku da zanîn ku dersa hilbijarte ya zimanê zikmakî nabe çareseri û wiha got: "Di bin "zimanên dijîn" de ders tên dayîn. Lê dibistan ji bo van dersan mamosteyan nabînin. Ji bo vê yekê divê wekî dersên hilbijarte neyên dayîn. Divê wekî zimanê zikmakî perwerdehî bê dayîn. Divê li herêmê zimanê tirkî zimanê hilbijarte be û zimanê kurdî zimanê sereke yê perwerdehiyê be."

AMED