Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem ji aliyê Meclisa Îştar ve têkildarî 15’ê Sibatê û Qetlîama Parîsê ya damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Endama KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez daxuyanî da.

Meclisa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem têkildarî salvegera 15’ê Sibatê û Qetlîama Parîsê ku damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Endama KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez li Saziya Malbatên Şehîdan bi girseyeke qelebalix a jinan daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Mamoste Zeynep Kara ve hat xwendin. Kara 15’ê Sibatê şermezar kir û wiha got: “Em Komploya Navneteweyî û komkujiya Parîsê şermezar dikin. Îsal ku em dikevin 14’emîn Salvegera Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêbertî û Tevgera me, em bi êrîşên herî kirêt ên Komploya Navneteweyî re rû bi rû ne. Komkujiya Parîs ê di 9’ê Çileyê de careke din nîşan da ku çawa di dîrokê de rû dane, di roja me de jî ya ji gelê Kurd re rewa tê dîtin komkujî tunekirin e. Ev komkujiya ku yek ji navendên Ewropa, Parîsê pêk hat û tevî ku mehek li ser bûyerê re derbas bûye jî nehatiye zelalkirin, berevajî zelalkirinê hewl didin ser bûyerê bigirin, dide nîşandan ku Ewropa, çawa di dîrokê de parçeyek ji komployê ye, di roja me de jî bi heman rengî ye.”

Divê fail werin cezakirin

Kara der barê Komkujiya Parîsê de dewleta Fransa hişyar kir û wiha axivî: “Eger Fransa, vê bûyerê di demeke kurt de ronî neke, em ê weke jinên Kurd, dewleta Fransa berpirsiyarê vê komkujiyê bibînin. Wek jinên Kurd li her qadê bi awayekî herî bi hêz em ê şopdarê Rêhevala xwe Sakîne bin. Em ê di riya Rêbertiya xwe de bimeşin, berdêla wê çi qasî giran be bila giran be em ê, têkoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin.”
Kara, da zanin ku wek Meclisa Îştar,di vê ferqê de ne ku dixwazin ser komkujiya Parîsê bigirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em vê hewldanê lanet dikin. Israra Fransa ya di vê nêzîkatiyê de em wek hevpariya ji vê komkujiyê re dibînin. Eger Fransa naxwaze wek berpirsiyarê vê komkujiyê were dîtin û dîsa naxwaze bi vî awayî derbasî dîrokê bibe, divê tavilê failên vê komkujiyê û pêwendiyên wan ên navneteweyî ronî bike. Em wek Meclisa Îştar bang dikin ku divê failên vê komkujiyê werin cezakirin û edalet were cih.” Piştî daxuyaniyê jinan dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” û Jin Jiyan Azadî” gotin. 

DÎHA/AMED