Meclisa Îştar a Jinên Mêxmûrê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku ew bi her awayî tevli pêngava ku ji aliyê KJB’ê ve bi dirûşima “Em Rêberê xwe azad bikin, dawî li qirkirinê bînin” hatiye destpêkirin dibin û bi têkoşînek mezin beşdarî vê pêngavê bibin.
Daxuyaniya Meclisa Îştar wiha berdewam dike: “ Ev penc meh in em ji Rêberê xwe agahî nagirin, ji ber ku em agahî nagirin em her tim di nava gumanek de dijîn. Rêberê me ji bo me hebûna jiyanê ye. Yê ku me bi jiyana azad da nasîn Rêber Apo ye. Azadiya Rêber Apo jî ji bo me azadiya gelê kurd û mirovatiyê ye. Ji bo vê em bi pêşengtiya Meclisa Îştarê weke jinên penaber bi her awayî tevlî ji vê pêngavê dibin.”

'AKP piyonê DYA'yê ye'

Di daxuyaniyê de Meclisa Îştar baldikîşane li ser polîtîkayên hikûmeta AKP’ê û nokerên wê û wiha got; “Ev 12 sal in Rêberê me di nava tecrîdek şidandî de tê ragirtin. Êrîşên derveyê pîvanên mirovatiyê li ser gelê me didin meşandin û çekên kîmyewî li ser gerîlayên me yên azadiyê de bi kar tînin. Ev ne tenê polîtîkaya AKP’ê ye, ev polîtîkayên DYE û neyarên kurdan in. Di heman demê de ew neyarên Rojhilata Navîn in. AKP piyonê DYE’yê ye. AKP li gorî berjewendiyên DYE’yê tevdigere, ne li gorî berjewendiyên gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn.”
Daxuyanî wiha berdewam dike: “Divê em bi hemû hêza xwe tevlî Pêngava Berxwedana Neteweyî bibin. Em bi tevlîbûna xwe polîtîkayên dagirkeran vala derxînin. Em azadiya Rêberê xwe weke azadiya xwe û netewa xwe bibînin.”

Pêngava girîng
Meclisa Îştar diyar kir ku; “Ev pêngav pêngavek girîng e. Bê guman em gelekî penaber in û bi salana di nava şert û mercên penaberiyê de dijîn. Lê ev nayê wê wateyê ku em bêdeng bimînin û tenê li pêvajo û çalekiyan ji dûr ve temaşe bikin. Ji bom e jinên wargehê tişta herî girîng û tevlîbûna vê pêngavê re a herî rast felsefa jiyana Apogeriyê jiyane. Felsefeya Rêberê xwe di sîstema wargehê de bi her awayî danîna rûniştandine. Dîsa girîngî dayîna perwerdeya xwe û zarokên xwe ye. Dîsa rêzeçalekiyên cur bi cur li dar bixin.”
Meclisa Îştar bal kişand ser girîngiya qadên din û wiha berdewam kir: “Qadên weke Tirkiye, Ewropa û her çar parçên Kurdistanê gelek girîng in. Di van qadan de divê çalekî bêne xurtkirin û xwedî li vîn û têkoşîna xwe derbikevin. Em hêvîdar in ku hemû jin û gelê kurd bi vînek mezin tevlî vê pêngavê bibin û bi têkoşînek bê hempa em ê Rêbertiya xwe azad bikin. Ev rastiyeke; heya em Rêbertiya xwe azad nekin em ê çanda qirkirinê jî têk nebin. Têkçûna çanda qirkirinê bi azadkirina Rêbertiya me ve girêdayî ye.”

Meclisa Îştar a jinên Mexmûrê wiha dawî bi daxuyaniya xwe anî: “ Dem dema hemû hêza xwe kirina yek e, dem dema Rêberê xwe azadkirinê ye, dem dema dengderxistinê ye, û çalekiyên xwe gihandina asta jor e.”

ANF/MEXMÛR