Medîn, Şoreşa Rojava, sîstema wekhev a Kurd, Suryanî û hemû gelên din ên li herêmê bi hev re ava kirine, berxwedana lehengî ya şervanên YPG û YPJ’ê ya li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê meşand, di bin navê “Kobanê: Şoreşa Kurd û têkoşîna li dijî Dewleta Îslamê” de kir pirtûkek.
Pirtûka ku ev çend roj in tê firotin, rastî eleqeyeke xurt a medya û raya giştî ya Swêdê tê. Medîn danasîna pirtûkê, di dawiya ve hefteyê de li Rojên Wêjeyî yên Stockholmê ya li Mala Çandê ya Stockholmê û di konferansa li Şanoya Guney (Sodra Teatern) kir.
Medîn da xuyakirin, ku piştî DAIŞ’ê di Tîrmeha 2014’an de êrîşî Kobanê kir, Kurd ketin rojeva raya giştî ya cîhanê û da zanîn, raya giştî ya cîhanê piştî vê êrîşê pê hesiya ku DAIŞ’ê beşeke girîng a Iraq û Sûriyeyê xistiye bin kontrola xwe.
Kurdan şerekî xwurt meşand
Rojnamevan Medîn diyar kir, Kurdan beriya berxwedana Kobanê jî li dijî DAIŞ’ê şerekî bi bandor meşandin, lê haya raya giştî ya rojava ji vê çênebû û destnîşan kir, hêzên Kurd beriya berxwedana Kobanê derbên gelekî giran li DAIŞ‘ê û çeteyên Cîhadî xistin. Medîn bibîr xist, çeteyên DAIŞ’ê artêşên Iraq û Sûriyeyê û pêşmerge têk birin û anî ziman, di rewşeke ku cîhan tev li benda têkçûna Kobanê bû de, li dijî çeteyên DAIŞ‘ê yên bi çekên Sowyet û DYA şer dikirin, hêzên Kurd bi kalaşnîkovan bi berxwedaneke kêm caran hatiye dîtin, şer kirin.
Divê sîstema Rojava bijî
Medîn di pirtûka xwe de, tevî têkoşîna Kurdan a li dijî çeteyên DAIŞ‘ê, bi giranî dide ser sîstema xweseriya demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê ji havîna 2012’an û pê ve ket meriyetê. Dûre li ser sîstema kantonan agahiyên berfireh dide.
Medîn bibîr xist, Kurd alîgirê Sûriyeyeke federal a erkên xwe yên navendî hatine kêm kirin e û tevî ku li hemberî çeteyên DAIŞ’ê ne, di heman demê de li dijî Esad jî şer dikin. Medîn da xuyakirin, ku gelek Kurdên bi wî re axivîn, xwedî wê fikar û nêrînê ne, ku dema DAIŞ ji holê hat rakirin wê rejîma Esad karibe êrîşî Rojava bike.
Medîn got, “Eger ev pêk were, wê cîhana rojava helwesteke çawa nîşan bide? Mîna demên bihurî wê careke din xiyanetê li Kurdan bike yan jî destekê bide wan? Kurdên li Rojava xwe weke postmodern pênase dikin û xwedî bîrdoziyeke çep a diyar in. Lewma berjewendiyeke DYA û cîhana rojava ji bo destekkirina komên bi vî rengî nîne. Lê li ser erdê gelekî xurt in û ti hêzeke ku hêza xwe ya hewayî nebe, newêre xwe nêzî wan bike. Dijminên derve yên mîna Tirkiyeyê jî hene. Yek ji sedemên ji nû ve destpêkirina şerê li Kurdistana Tirkiyeyê jî, serketina Kurdan a li Rojav ye. Ez di wê baweriyê de me; cîhana Rojava destekê bide yan jî nede, sîstema li Rojava wê bijî.”