Komeleya Navenda Lêkolînê ya Ciwanan a Mezopotamyayê (MEGAM-DER) a ku di sala 2010'an hate avakirin di nava 2 salan de gelek xebatên girîng li dar xistin. MEGAM-DER'ê komînên tenduristî, jin û baytariyê avakirin û bi komînan li gundan xebat meşandin. Tevî van xebatan qursên zimanê kurdî, îngîlîzî, gîtar, tenbur, erbane, kompîtur û folklor dan. Bi giştî 117 xwendekar tevlî van qursanbûn. Komeleyê li aliyê din der barê ekolojî û kooperatîfiyê de jî perwerdehî da esnafan. 


Xebatên berfireh
Xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê û xebatkarê MEGAM-DER'ê Taner Barut, diyar kir ku ji bo ciwan hînî çanda xwe bibin van xebatan dikin û bi xebatên xwe li hemberî pergala kapîtalîst pergalekî alternatîf pêk tînin. Barut, der barê xebatên ku di sala 2013'yan de bikin jî agahî dan û anî ziman ku ew ê qursên zaravayê Kirmanckî vebikin. Barut, da zanîn ku ligel vê yekê wê di qada wêje û zimanê kurdî de jî dersan bidin û di mehên biharê de jî wê di qada sporê de turnuvayan li dar bixin. Barut anî ziman ku wê qursên matematîkê jî bidin û tevî vê yekê wêneyên di atolyeya wêneyan de tên çêkirin wê di pêşengehekê de nîşan bidin. 


Semîner hatin dayîn
Xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Mazlum Ozer ê ku di Komîna Tenduristiyê ya MEGAM-DER'ê de cih digire jî diyar kir ku di sala 2012'an de li gelek navçe û gundên Amedê xebatên tenduristiyê meşandine. Ozer, anî ziman ku li ser vê mijdarê semîner dan. Xwendekara Zanîngeha Dîcleyê Rojîn Dag jî diyar kir ku der barê danûstandinên di navbera dayîk û zarokan de semîner dan û ji bo zarokan ji nexweşiyan biparêzerin perwerde dane. Xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Saffet Salhan ê ku di komîna tenduristiyê de cih digire jî anî ziman ku sala borî turnuvaya futbolê li dar xistine û wê xebatên sporê berfireh bikin. Salhan da zanîn ku wê li gundê Bagivar ê Amedê di meha Sibatê de kontrola tenduristiyê bikin.

Ji bo civakeke ekolojîk

Xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Yusuf Înçe yê ku di komîna Baytariyê MEGAM-DER'ê de cih digire jî diyar kir ku par li ser xwedîkirina sewalan agahî dane gel. Înçe, da zanîn ku li gundan ji bo cureyên sewalan bên parastin semîner dan û bi vê xebatê armanca wan ew e ku pêşî li tinekirin û qirkirina xwezayê bigirin û civakeke ekolojîk ku xwe di her alî de biafirîne û xwe rêvebibe saz bikin.
Xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Huseyîn Altun jî bal kişand ser xebatên di sala 2013'an de werin li dar bixin û anî ziman ku di sala nû de wê projeya biyogazê bixin pratîkê û vê projeyê li gundan pêk bînin. 

DÎHA/AMED