” Gelê Kurd bi piştevaniyeke mezin bajarên xwe yên ji aliyê dewletê ve hatin hilweşandin û di bin êrişeke mezin de mayî, ji nû ve ava dike û birînên xwe derman dike. Gus Vilchises ê ji Meksîkayê, Mate Gersenkirchen ê ji Elmanayayê jî di nav van kesan de ne ku ji bo piştgiriyê hatin Cizîrê. Li Cizîrê bi pêşengiya Komaleya Piştgirî û Alîkariyê ya Rojava ji bo welatiyên malên wan ji aliyê hêzên dewletê ve hatin wêrankirin, piştgiriya zad û qût dewam dike. Dildarên bi pêşengiya komaleyê tên navçeyê jî mînaka piştgiriyê radixin ber çavan.
Gersenkirchen ê Elman ku li ser çapemeniya Kurd bûyerên qewimî şopandine, hat Cizîrê û kesê bi navê Gus Vilchises ê ji Meksîkayê hatiye, bi hev re destnîşan kirin ku divê kesê xwe wek mirov dihesibîne piştgiriyê bide gelê Cizîrê.
‘Divê piştevanî hebe’
Gersenkirchen diyar kir ku çi qasî gelek dildar werin Cizîrê, ev qasî birîn zûtir dê werin dermankirin. Gersenkirchen da zanîn ku ew ligel astengiyan hatin Cizîrê û got: “Me her astengî û tundî da ber çavên xwe. Divê astengî ji piştevaniya bi Cîzîrê re nebe asteng. Ji bo hefteyek yan jî du hefteyan be jî werin Cizîrê û bûyerên li vir pêk hatine, bibînin.”
Gersenkirchen anî ziman ku divê di cih de Cizîr were çavdêrkirin û wiha pê de çû: “Dema mirov tê vir dibîne ku her tişt ne bi wî rengî ye ku em di televîzyonan de lê temaşe dikin.”
Ji Meksîkayê destê piştevaniyê
Gus Vilchises ê bi riya têkiliya Komaleya Rojava ji Meksîkayê hat jî got, divê ji her cihê dinê her kes were û Cizîrê bibîne. Vilchises bi lêv kir ku kesê xwe wek mirov dihesibînin divê bi Cizîrê re di nav piştevaniyê de be û wiha axivî: “Li vir mal hatine wêrankirin. Ji destê min çi bê, ez ê bikim. Her kes jî bila destên xwe yên piştevaniyê dirêjî vir bike.
Mizgîn Ala ya ji bo Newrozê ji Elmanayayê hat jî heman bangawaziya welatên cur bi cur hatine ji bo Cizîrê kir.
ŞIRNEX